‘Yên têkoşîna Şîlanan nizanibin, şoreşa Rojava fêm nakin’

‘Yên têkoşîna Şîlanan nizanibin, şoreşa Rojava fêm nakin’

Rêveberên PYD'ê yên di 29'ê Mijdara 2004'an de di kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku yên di sala 2004'an de Şîlan Kobanê û hevalên wê qetil kirin îro jî êrîşî şoreşa Rojava dikin û got, "Yên ku hingî li ser hesabê dewleta Sûriyê êrîşî Kurdan dikirin, îro jî li ser hesabê dewleta Tirk êrîşî Kurdan dikin."

Rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Hecî Cûma Alî) yên di 29'ê Mijdara 2004'an de di encama kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û gelek fermandarên HPG'ê amade bûn.

‘ŞOREŞA ROJAVA XWE DISPÊRE HÎMÊ ŞÎLANAN’

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di axaftina xwe ya li merasîmê de 35. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Karayilan gelê Rojava û şoreşa Rojava silav kir û got, "Îro 29'ê Mijdarê ye, roja şehadeta hevalên Şîlan, Zekeriya, Fûat, Cemîl û Ciwan e. Ev pênc leheng, rêveberên PYD'ê bûn. Di sala 2004'an de di 29'ê Mijdarê de li Mûsilê di encama kemîneke hovane de şehîd ketin. Yên ku Şîlan Kobanê û hevalên wê şehîd xistin, îro jî êrîşî şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin. Çeteyên El Qaîdeyê hingî tetîkkêşên rejîma Sûriyê bûn û bi biryar û rêvebirina rejîma Sûriyê her pênc rêveberên PYD'ê şehîd xistin. Wê demê li ser hesabê dewleta Sûriyê êrîşî Kurdan dikirin, niha jî li ser hesabê dewleta Tirk êrîşî Kurdan dikin. Heman kes niha tetîkkêşiya dewleta Tirk a mêtînger dikin."

Karayilan diyar kir ku li gel van hemû êrîşan jî têkoşîna vînbûyîna gelê Kurd roj bi roj bi pêş ve diçe û destnîşan kir ku yên dixwazin îro rastiya Şoreşa Rojava fêm bikin, divê li 2004'an vegerin.

Karayilan got, "Di sala 2004'an de li Qamişlo Serhildaneke çawa çê bû; kê ev berxwedan meşand, kê li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê belav kir. Li dijî, zilm, zordarî û dagirkeriyê kê helwest nîşan da? Yê ku van rastiyan nebînin, dê nikaribe şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibînê û fêm bike." Karayilan axaftina xwe wiha dewam kir:

"Di sala 2004'an de li Hesekê, yê ku nizanibe li zîndan û îşkencexaneyên rejîmê Ebû Cûdiyan çawa li ber xwe dane û şehîd ketine, li zîndana Helebê welatparêzên mîna Istaz (Mamoste) Osman nizanibe çawa li xwe dane û şehîd ketine, dê nikaribe şoreşa Rojava fêm bike. Kî ked û têkoşîna berpirsyara Rojavayê Kurdistanê Şîlan Kobanê ya ji bo rêxistinkirina Kurdan a li dijî êrîşan nizanibe, dê nikaribe berxwedana mezin a îro fêm bike. Kî keda Xebat Dêrik a di şert û mercên giran de tovên şoreşê avêt nebîne, dê nikaribe şoreşê fêm bike."

Karayilan ragihand ku li pişt vînbûyîna îro ya civaka Kurd keda van leheng û dîroka wan nivîsandine heye û destnîşan kir ku berxwedana îro ya li Rojava li ser van bingehan dimeşe.

Karayilan di vî warî de bal kişand ser keda Şîlan Kobanêyan, Xebat Dêrikiyan û Rustem Cûdiyan û got, "Îro berxwedan li ser vê bingehê dimeşe; Berxwedana bi pêşengiya Dilovan, Çekjîn û Warşînan dimeşe, xwe dispêre bingeheke bi vî rengî ya watedar. Ev berxwedan di heman demê de li dijî her şêweyên êrîşan parastina ax û gelê Kurd e. Yê ku ji xwe re dibêje 'ez mirovim û xwedî wicdanim' divê vê rastiyê bibîne."

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA CIHÊ XWE DI WICDANÊ MIROVAHIYÊ DE NÎNE’

Karayilan da zanîn ku li Sûriyê yê herî zêde zilm û îşkence dîtiye, rastî girtinan hatiye, bi şehîdan berdêlên giran daye civaka Kurd e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî ku ev rastî bi zelalî li holê ey jî, yên ku dibêjin 'emê li Sûriyê şoreşê bikin', di şûna rejîma dixwazin têk bibin berê êrîşên xwe didin gelê me yê mazlûm. Yên ku van êrîşan tînin serê gelê me, gelo dê vê yekê ji dîrokê re çawa vebêjin!

Civaka Kurd ji xwe civakeke ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye binpêkirin. Tu jî dibêjî, 'ezê di bin ala Îslamê de zilma rejîmê bişkînim û şoreşê pêk bînim'. Başe gelo di kîjan wicdan û di kîjan ayeta Îslamê de tê gotin li mirovekî di bin zilmê de ye dikare zilm were kirin. Di kîjan hiqûqa mirovahiyê de ev heye! Gelekî aşkeraye ku rêbazên çeteYên çekdar ên di bin navê El Qaîde de tevdigerin, şaş in. Ev êrîşên ku cihê xwe di ti wicdan û nava mirovahiyê de nîne, pêwendiya xwe bi Îslamiyetê re jî nîne."

‘JI BO PÊŞEROJA SÛRIYÊ RÊYA RAST XETA SÊYEMÎN E’

Karayilan diyar kir ku divê her kes hurmetê nîşanî vê berxwedana gelê Kurd a bi jin, mêr, zarok, kal û ciwanên xwe bi hêza xwe ya cewherî pêk tîne, nîşan bidin. Karayilan got, "Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, berxwedana Rojavayê Kurdistanê weke sekna mirovahiyê ya bi şeref û rûmetê dibînin. Weke berxwedaneke pîroz dibînin. Ji ber vê yekê jî heta dawiyê em li gel vê berxwedanê ne. Ji ber ku ev xet xeteke rast e. Îro her kesî rastiya vê xetê pejirandiye. Keda Şehît Şîlanan, Ebû Cûdiyan, Istaz Osmanan, Rusteman, Xebatan û hemû şehîdên me qet nayê ji bîrkirin. Ev ked dê nebelasebeb be. Ev rastiyeke mezin e. Gelê me di çarçoveya xeta sêyemîn de wê di şopa şehîdan de bimeşe û bi vê berxwedana xwe ya pîroz re serketinê bi dest bixe. Bi vî rengî dê şehîdan bêmirin bike.

Bi vê hêvî û baweriyê em careke din gelê xwe pîroz dikin, berxwedana wan silav dikin, Şehîdên Mûsilê careke din bibîr tînin û dibêjin, 'Şehîr Namirin!'."