Yekitiya Star Şîlan Kobanê bibîr anî

Yekitiya Star Şîlan Kobanê bibîr anî

Kordînasyona Yekîtiya Star destnîşan kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê encama têkoşîna Şîlan Kobanê û hemû cangoriyên azadiyê ye û bang li hemû hêzan hate kirin ku yekîtiyê xurt bikin û planên li ser herêmê vala derxînin.”

Kordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star bi wesîleya salvegera ji destdayîna jiyanê ya rêvebera PYD’ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) ku di 29’ê Mijdara sala 2004’an de tevî 4 hevalên xwe di encama êrîşekê de jiyana xwe jidest dabûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku bi gotina “Di ser şehadeta Şîlan Kobanê û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Cemîl û Fuad re 9 sal derbas bûn. Em bi vê munasebetê bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin” destpê kir de, hate diyarkirin ku şoreşên ku di gelek mijaran de guhertin pêk anîne, bi pêşengiya lehengan û berxwedana gel û girtiyan çêbûne. Di daxuyaniyê hate gotin ku dara şoreşê niha gelekî bilind bûye û ev jî bi keda lehengên ku canê xwe feda kirine bilind bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Şîlan Kobanê jî yek ji van lehengan e wiha hate gotin: “Lehengên me li ser felsefeya Apoyî berxwedana xwe pêş xistin.  Hevala me Şîlan Kobanê cudahiya jina kurd nîşan dide. Ji azadiyê hez kir û ti carî paşve gav ne avêt. Ji roja yekem a şoreşa azadiyê di xeta pêşîn de cih girtin. Li dijî paşverûtiyê têkoşîn meşand û her dem ji bo artêşbûnê jinê, bêyî ku hêviya xwe winda bike kar kir. Jinên kurd bi wêje û helbestê jiyan xweş kir û di demên şer de jî jiyan bi hemû rengên wê kirin stran. Ji ber vê yekê Şîlan Kobanê bû pêşenga hemû jinan.  Kesayeta wê bala hemû kesan kişand.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro berhemên hêviyê yên ku Şîlan û hevalên wê nivîsandine têne komkirin û şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê yek ji van berheman e û wiha hate gotin: “Lewre em wekî Yekîtiya Star vê şoreşê hembêz dikin û dibêjin ku ev beriya her tiştî şoreşa jinan e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin destketiyên salên dawî li tevahiya Kurdistanê bûne sedema kêfxweşiyê, lê dijminên gelê kurd lîstokên xwe berdewam kirin û bi civînên veraştî, bi beşdariya rêveberiya Başûrê Kurdistanê êrîş pêk anîn, ambargo pêk anîn.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û gel dikin ku erka xwe pêk bînin. Dem hatiye ku hemû hêz xwe bikin yek û  van planan vala derxînin. Her wiha em bang li jinan dikin ku bi pênûsa xwe ya zayendî wateya azadiya jinê binivîsin.”