Yekîtiya Star Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bibîr anî

Yekîtiya Star Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bibîr anî

Rêxistina Yekîtiya Star li Efrînê, ji bo salvegera bîranîna darvekirina herdu têkoşerên jin ên Kurd, Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî daxuyaniyek da. Yeketiya Star di daxuyaniya xwe de darvekirina li dijî gelê Kurd şermezar kir.

Rêxistina Yekîtiya Star li Efrînê ji bo salvegera bîranîna darvekirina herdu têkoşerên jin ên Kurd, Leyla Qasim ku di 12 Gulana 1974’an de bi destê rejîma Baas a Iraqê hatibû darvekirin û Şirîn Elemhûlî ku di 9’ê Gulana 2010’an de bi destê komara Îslamî ya Îranê hatibû darvekirin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Perwerde û Zanista jinê ya Efînê bi beşdariya dehan jinan hate xwendin. Di daxuyaniyê de tê gotin: "Di salvegera darvekirina herdu têkoşerên Kurd Leyla Qasim û Şêrîn Elemhûlî ku bi destê herdu rejîmên Baas a Iraqê û Îslama Îranê ve hatine darvekirin, em jinên Kurd hemû kiryarên tunekirin û çewisandinê yên rejîmên desthiladar li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin."

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: "Di dîroka gelê Kurd de gelek qurbanî hatine dayîn, lê ji ber ku jinên Kurd herdem li dijî kiryarên çewisandinê têkoşîn kiriye û çanda û hebûna kurdan parastiye, bûye armanca hêzên desthilatdar û gelek qurbanî dane."

Daxuyanî wiha dewam dike: "Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî, bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên diktator li Iraq û Îranê, efsaneya berxwedana gelê Kurd nivîsandine, ew wijdan û vîna gelên bindestin. Wan bi vîna xwe ya têkoşer, yekîtiya jinên Kurd, çanda xwedawendan, çanda evîn, dadmendî û exlaqê civakê afirandine."

Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku, jinên Kurd wê rêya têkoşîna Leyla û Şirîn bişopînin, her wiha soz hate dayîn ku, rêya berxwedana jinên azad bişopînin ta ku serkeftinê bidest bixin.