Xwendekarên Amedê ji bo Rojava konserê pêk tînin
Xwendekarên Amedê ji bo Rojava konserê pêk tînin
Xwendekarên Amedê ji bo Rojava konserê pêk tînin
Bi pêşangiya DODEF û DUO-DER'ê ji bo piştgirîdayîna şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, li stada futbola Amedê dê konserek bi heybet bê li darxistin. Xwendekarên bi navê Îbrahîm Demîr û Şevîn Kara banga hestiyariyê li gelê Amedê kirin ku beşdarî konserê bibin.
Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) û Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) li ser biryara ku di encama Konferansa 4'ê Gulanê de derkertibû holê, bi armanca piştgirîdayîna Rojavayê Kurdistanê dê di 3 hezîranê saet 17:00'an deli stada futbolê ya Amedê dê konserek bi heybet li dar dixe.
Di vê çerçoveya piştevaniyê de xwendekaran ji bo konserê 10 hezar bilêt çap kirine û dê dahata vê konserê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bişînin. Xwendekarên bi navê Îbrahîm Demîr û Şevîn Kara, diyar kirin ku ew li bendê ne ji bo gelê rojavayê Kurdistanê tevkariyek baş derkeve holê. Xwendekaran da zanîn ku ew hêvî dikin gelê Amedi bi hestiyarî tev bigere û wezîfeya xwe berpirsyariya li pêşberî Rojava bi cih bînin.
Konser dê bi tevlêbûna hunermend Seyda Perîçek, Hîvro, Bulent Turan, Koma Gulên Xerzan, Hemê Hecî, Koma Grava Rojê û Kadîr Çat pêk bê.
Parlamenterên BDP'ê jî dê beşdarî konserê bibin. Dezgehên danasîn û firotina bilêtên konserê, li DUO-DER, MEGAM-DER, Uç renk cafe, Pirtûkxaneya Aramê, Parka Ormanê, Parka Sumerê, Parka Koşuyolu, Parka Rihan, Roj Cafe, û Kolana Hunerê hatine vekirin û rastî eleqeyek mezin tên.