Xwendekaran bang li gelê Rojava kir ku welatê xwe bernedin
Xwendekaran bang li gelê Rojava kir ku welatê xwe bernedin
Xwendekaran bang li gelê Rojava kir ku welatê xwe bernedin
Li Amûdê gelek rêxistinên xwendekaran bang li welatiyên ku koçber bûne kir ku vegerin û xwendekaran jî xwestin welatê xwe bernedin. Xwendekaran ji Desteya Bilind û partiyên siyasî jî xwestin ku li herêmê derfetan bi afirînin.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd bi alîkariya xwendekarên girêdayî Encumanî Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), xwendekarên girêdayî Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, Komeleya Xwendekarên Amûdê û Yekîtiya Xwendekarên Kurd ên Zaningeha Firatê, bi çalakiyekê bang li koçberan kirin ku vegerin û ji xwendekaran jî xwestin ku welatê xwe bernedin.
Duh xwendekarên ku di seetên serê sibehê de li ber Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî hatin cem hev, ji vir heta navenda sûkê meşiyan û pankartên wekî, “Malên xwe bernedin” , “Vegere welatê xwe li ser vê xakê jiyan xweşe”, “Hûn civakê birêve dibin, gemiya xwe bê qaptan nehêlin” li kolanên sûkê daliqandin.
Xwendekaran piştre jî di derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe, lê di encama siyaseta kurdan a rast de herêmên kurdan dûrî şer û pevçûnan mane, lewre jî bûne navnîşana koçberan.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku, ji bajarên Sûriyeyê bi hezaran kes koçî Rojavayê Kurdistanê dikin, lê gelê Rojava bê sedem ji herêmê koç dike û welatê xwe vala dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, di demên dawî de xwendekar jî, bi hinceta ku dê xwendina xwe bidomînin an jî kar bikin, rola xwe ya di civakê de jibîr dikin û koçberiyê wekî riya çareseriyê dibînin. Di daxuyaniyê de bang li koçberan hate kirin ku vegerin, ji xwendekaran jî hate xwestin ku cihên xwe bernedin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li meclis, partiyên kurdî û Desteya Bilind hate kirin ku, bi armanca pêşîlêgirtina pêla koçberiyê, li herêmê derfetên kar û pêşwazîkirina pêdiviyên xwendekaran bi afirînin, her wiha akademiyan vekin.