Xizmên windayan xwestin Demîrel û Çiller bên darizandin

Xizmên windayan xwestin Demîrel û Çiller bên darizandin

Xizmên windayan yên li Êlih û Amedê li hev kom bûn, di çorçoveya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin de di hefteya 251'an de dîsa li Êlih û Amedê çalakiyên xwe berdewam kirin. Malbatan xwestin kujer bên darizandin û cezakirin. Xizmên windayan bal kişandin ser îtirafên Ayhan Çarkin ên bahsa pêkanînên 1990'an ku li dijî kurdan pêk hat û xwestin Serokomarê wê demê Demirel, Çîller bên darizandin. 

Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê di çarçoveya çalîkariya heftane ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin de" di hefteya 251'an de dîsa li hev kom bûn. Xizmên windayan dîsa li ber Bîrdariya Mafê jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan, Rêveberen ÎHD'ê, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KESK û gelek saziyên din amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Ew demek bê wext ji malên xwe hatin binçavkirin û hatin windakirin. Lê carek din dîsa nehatin" û wêneyen windayaran rakirin. 

'DAXWAZA KOMÎSYONA HEQÎQETÊ’ 

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdusselam Înceoren, ani ziman ku li gel hemû bang û daxwazan, dengê wan nehatiye bihîstin û daxwazên wan nehatiye bersivandin. Înceoren, da zanîn ku di vê pêvajoya çareseriyê de girînge ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Înceoren, da zanîn ku ger di vê pêvajoyê de gav neyên avêtin dê piyekî pêvajoyê kêm bibe. 
Înceoren, xwest komîsyona lêgerîna heqîqetê bê avakirin. 

'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊN BERDAN’ 

Înceoren, da zanîn ku ku di mehek dawî de nêzî 350 girtiyên siyasî hatine sirgûnkirin û wiha got: "Li gel hemû hewldanên komîsyonê girtiyen nexweş nayên berdan. Dijberî vê yekê girtiyên nexweş û girtiyên din tên sirgûnkirin. Em dixwazin ev girtiyên ku di sînorê mirinê dene demek berî demekê serbest bên berdan." 

Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Mehmet Guzel, jî cîroka Tekîn Demîr ê di Çileyê sala 1996'an de li gundê Tanzê yê Sasona Êlihê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û windakirin hat xwendin. Guzel, anî ziman ku Demîr li Gundê Tanzê li gel Ahmet Polat ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û wiha got: "Ahmet Polat piştî demekê serbest hat berdan. Lê Tekin Demir nehat berdan. Li gel hemû hewldanên malbata Demîr Tekin nehat dîtin. Malbate serî li DGM'ê jî da, lê dîsa daxwaza malbatê nehat qebûlkirin û lêgerin nehat kirin. Piştî axaftin û daxuyaniyê malatan 5 deqîqeayn çalakiya rûniştinê pêk anîn. 

ÊLIH 

Li Êlihê jî bi heman armancê Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan li Kolana Gulistanê çalakiya xwe berdewam kir. Malbat û ÎHD'ê bi heman pankartan û daxwazan li Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 251'an çalakiya xwe berdeam kir Rêveberen ÎHD xizmên windayan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li bernameyê bûn. Dîsa nûnerên BDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Saziyên Civakî Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Ekîncî xwest êdî daraz hişyar bibe û têkeve nava lebatê. Ekîncî, bal kişand ser îtirafa Ayhan Çarkin û xwest êdî bûyer rohî bibin û hesap bê pirsîn.

Ekîncî xwest di çarçoveya îtîrafên Ayhan Çarkin de Serokkomar Suleyman Demirel û Serokwezîra wê demê Tansu Çiller bên darizandin û cezakirin.