Xelo: Divê Kurd li Cenevreyê Kurdan temsîl bike

Xelo: Divê Kurd li Cenevreyê Kurdan temsîl bike

 Endamê Rêveberiya  Navenda Dîplomasî ya TEV- DEM Hekem Xelo got ku gelê kurd di vê demê ne mîna kurdên dema Lozanê ye. Xelo, da zanîn ku kurd bi rêxistinkirî ne û divê bi şandeyeke serbixwe tevlî Cinevreyê bibe.

Tê zanîn ev demeke dirêj e ku Cenevra 2 di nav raya giştî de tê gotûbêjkirin. Hate gotin ku wê di civîna Cenevre ya 2 de li ser aloziyên navxweyî yên Suriyê  bênrawestin.

Endamê Rêveberiya  Navenda Dîplomasî ya TEV- DEM Hekem Xelo di derbarê tevlêbûna kurdan a Cenevra 2 de nerînên xwe bi ANHA'yê re parve kir.

Hekem Xelo diyarkir ku Sûriye di qonaxek girîng re derbas dibe û ev qonaxa wê bi civîna Cenevre 2 de diyarbibe ku pergala li ser xaka Sûriyê wê bi çi şewazî be, ne tenê ji bo gelê ereb ji bo tevahiya niştecîhên herêmê girîngiyêk xwe hebe.

 Xelo da xuyakirin ku eger hêzên navnetwî  bi durust tevbigerîn divê şandeya kurd serbixwe di civîna Cenevre de bêdestgirtin, lê hin hêzên weke Emerîka, İngilîstan û Tirkiyê naxwazin kurd serbixwe tevlî Cenevra 2 bibin û ji bo ku destkeftên gelê kurd lewaz bikin di nava hewldanan de ne.

'KURD NE WEKE DEMA LOZANÊ BÊ RÊXISTININ'

Endamê Rêveberiya  Navenda Dîplomasî ya TEV- DEM Hekem Xelo destnişan kir ku gelek lîstok li ser gelê kurd tên meşandin, lê divê tevay cîhan bizanibin ku Kurd ne weke dema Lozanê bê rêxistin û sazî ne, berovajî vê yekê gelê kurd di hemû qadan de xwe bi rêxistin kiriye û saziyên xwe avakirine. Xelo, di axaftinên xwe de anî ziman ku îro di Rojhilata Navîn de gelê herî zêde xwedî îrade û xwedî rêxistin e gelê kurd e.

'DIVÊ EM RASTIYA LOZANÊ BAŞ BIXWÎNIN'

Hekem Xelo destnişan kir ku ji bo Lozanek din pêk ne divê kurd bi yek dengî tevlî civîna Cenevrê 2 bibe, divê gelê kurd rastiya dîroka xwe baş bi xwîne û nekeve nava lîstokên ku li Lozanê, di dîroka ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatiye jiyîn baş bi nasin û ezmûnan jê derxwin. Divê derveyî kurdan tu hêzên din temsîla kurdan li Cenevreya 2 neke.

Xelo, di dawiya axaftinên xwe de balkişan ser yekîtiya gelê kurd û destnîşankir ku gelê kurd gihîştiye wê astê ku dikare nûnerê xwe bi xwe hilbijê re û lê xwedî derkeve.