Xelîl: Divê rewşa Kurdan rojevek sereke ya Cenevre-2 be

Xelîl: Divê rewşa Kurdan rojevek sereke ya Cenevre-2 be

Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser xebatên Rêveberiya Demî, civîna Cenevre-2 û siyaseta ENKS’ê ji ANF re axivî. Xelîl da zanîn  ku, armanca wan ne wek şandek beşdarî Civîna Cenevrê-2 bibin li civînê Kurdan bikin rojev û çareseriya Kurdan ya ji bo Sûriyeeykî demokratîk bîne rojeve û rewşa Kurdan bibe rojevek ji civînê.

Li xebatên Rêveberiya Demî, Civîna Cenevre-2, helwesta wan ya Cenevre-2, siyaseta Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji bo ANF axivî. Xelîl destnîşan kir ku, ew ji bo civîna Cenevre-2 û Rêvberiya Demî bi gelek partiyên Kurd re hevdîtin kirine û di encam de gihiştine van encaman; Kurd divê wek şandek serbixwe tevlî civîna Cenevre-2 bibe û wiha got: “ Me û ENKS’ê herî dawî civînek berfireh lidarxist û di vê civînê de me ji wan xwest em wek heyetek li ser navê Kurdan beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.  Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê dê 5 Kanûnê civîna xwe lidar bixe, lê nakokiyên di nav wan zêdene, ji ber wê em nizanin ka wê çawa tevbigerin. Niha li vir mijara me ya bingehîn Kurd dema beşdarî civîna Cenevre-2 bûn ne wek hêzêk li wir bin, divê ew temsîla Kurdan bike û rojevek di civînê de Kurd bin.  Di civînê de Kurdan bikin rojev û çareseriya Kurdan ya ji bo Sûriyeyekî demokratîk destnîşan bike. Ger Kurd nebin rojev, çareseriya Kurd dixwazin nebe mijar û giraniyekî Kurd tune be, wê demê Kurd neçin civîna Cenevre-2 baştire.”

Li ser nakokiyên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê Aldar Xelîl anî ziman ku, biryara ENKS’ê heta niha zelal nebûye ku çi dixwaze û wiha gotinê domand; “ENKS ji aliyekî xwe avêt himbêza Koalîsyona Niştimanî Sûriyeyê, tên gel me dibêjin em bi hev re beşdarî Cenevre-2 bibin. Ji aliyekî din ve Yekîtiya Siyasî (El-partî, Azadî, Yekîtî) ya dinava ENKS’ê de dixwaze nûnerê xwe bişîne Cenevre-2, wê demê ew partiyên din yên nava ENKS’ê bê wate dimînin. Heta niha jî biryara wan ne zelale û 5’ê mehê civîna wan heye, em jî li bendêne ka wê çawa tevbigerin.”

SÊ HERÊMÊN XWESER

Li ser xebatên Rêveberiya Demî û encamê wê dawî Endamê  Desteya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl da zanîn: “Me di civîna xwe ya dawî de gelek xalên Rêveberiya Demî nîqaşkir. Di encama van nîqaşan em gihiştin hinek biryaran. Yek ji wan biryaran ev bû ku Rêveberiya Demî xwe li ser esasê 3 herêmên xweser ên cuda yên wekî Xweseriya Demokratîk ya  Efrîn, Xweseriya Demokratîk ya Kobanê  û Xweseriya Demokratîk ya Cizîrê hate binav kirin û ev herêm ne di meclîsek hevbeş, her herêm di meclîsên xwe de temsîla xwe bikin. Li gorî projeya berê her sê herêm wê girêdayî meclîsek giştî bana, lê li gorî şert û mecrên ku herêm tê de derbas dibe, ev yek hate guhertin û her herêmek wê bi awayekî xweser bê birêxistinkirin û her herêmek wê rêveberiya xwe ya xweser ava bike. Niha her çend ev ne ligora projeya hatibû amadekirin bû jî, me wek Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) rêzda vê pêşniyarê û di meclîsê bû biryar.”

Xelîl li ser xebatên meclîsê yên dema pêş û çerçova wê diyar kir ku, Meclîsa hatiye avakirin Meclisa Qanûndanînê ye û wiha got: “Dîsan di civîna Meclîsa Rêveberiya Demî de biryar hat girtin ku, dîwana meclîsê erkdar be ku kes, rêxistin û partiyên bixwazin beşdarî meclîsê bibin bikaribe  erê bike. Ev jî ji bo hêzên heta niha beşdarî Meclîsa Rêveberiya Demî nebûne û dixwazin beşdar bibin rê vedike. Navê Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Rêveberiya Demî wekî "Meclîsa Qanûndanînê ya Rêveberiya Demî " hatiye guhertin. Ev meclîs di heman demê de cihê biryar girtinê ye.

REWABÛNA RÊVEBERIYA DEMÎ JI GEL TÊ

Li ser hêzên li dijî Rêveberiya Demî  û siyasetên dibêjin rewabûna Rêveberiya Demî tuneye Aldar Xelîl bilêv kir ku, Rêveberiya Demî xwe dispêre gel û wiha gotinên xwe dimand “Xweserî xwe dispêre gel. Rewabûna Rêveberiya Demî ji Gel tê. Rewabûna herî pîroz ya gel daye ye. Nekû hinek hêzên ji derve bide mirov. Niha li Rojavayê Kurdistanê gel bi xwe sîstema xwe ava dike. Niha bi Rêveberiya Demî ve rêveberiya Gel bi xwe bi xwe didin avakirin. Niha Xweseriya Demokratîk ji aliyê gel ve tê avakirin. Lê sibê wê rewşa Sûriyeyê çibibe, wê guhertinê çawa çêbibin û sîstema Sûriyeyê dê çawabe ev dê pêşerojê de bêne nîqaşkirin. Niha gel hêzên navnetewî piştgiriya gelên Rojavayê Kurdistanê dikin ku xwe birêve bibe. Lê herkes li bendêye siberoja Sûriyeyê dê çawa be. Jiber wê em lez nakin ku hêzên derve rewabûnek bide vê Rêveberiyê, ji wê zêdetir em xwe dispêrin rewabûna gelên herêma daye vê Rêveberiya Demî .”

Li ser pirsa çima heta niha dewleta Sûriyeyê helwestek neyînî yan jî erînê nîşan nedaye û dijîtiya dewleta Tirkiye û PDK-li berberî Rêveberiya Demî çiye, Xelîl destnîşan kir ku; “Heta niha li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîşên leşkerî, siyasî, dîplomasî û aborî didomin. Ev êrîş ji ber xwe ve pêknayên. Ew hêzên naxwazin ku gelê me Rojavayê Kurdistanê bibe xwedî îrade di nava wan êrîşan de cihê digrin. Lê em wek tevger li dijî hemû van erîşan asta berxwedaniya xwe bilind dikîn.”