Xebatkarên rêyên hesinî yên Spanyayê dikevin grevê

Li Spanyayê, piştî qutbûna hevdîtinên tomerî yên li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî, biryara grevê hat dayîn. Sendîkaya bi navê SEMAF a 5 hezar xebatkaran temsîl dike biryar da di meha Îlonê de 4 rojan bikeve grevê.

Piştî ku muzakereyên di navbera xebatkarên rêyên hesinî û şîrketa dewletê Renfe de hatin sekinandin, sendîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê di meha Îlonê de 4 rojan bikevin grevê. Di daxuyaniya sendîkaya bi navê SEMAF'ê de hat ragihandin ku grev wê di 4, 11, 14 û 15'ê Îlonê de pêk were.

Sendîkayê diyar kir ku her grev wê 24 saetan dewam bike û ji ber grevê wê di seferên trenên rêwiyan û bar de, pirsgirêk derkevin.

Di navbera şîrketa Renfe û sendîkaya SEMAF a 5 hezar karkeran temsîl dike de, li ser heqdest û mercên xebatê yên personelên rêyên hesinî de, muzakere dihat kirin.