Xebatên rêveberiya demî çi bûn?
Xebatên rêveberiya demî çi bûn?
Xebatên rêveberiya demî çi bûn?
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di meha Tîrmehê projeya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê ji raya giştî aşkera kir û bang li hemû pêkhateyê herêmê kir, ku cihê xwe di nava rêveberiyê de bigrin. Vê projeya PYD’ê di demek kurt de di nava siyasetmedar, sazî û partiyan ve piştgirî dît. Li ser vê Meclîsa Gel Rojavaya Kurdistan (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) civînek lidarxistin û projeya PYD’ê wek projeya herdu Meclîsan erê kirin.
Ger em bînin bîra xwe herdu Meclîsan li ser çi li hevdu kiribûn:
1- Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêveberiya demî bê destnîşan kirin. Desteya rêveber dê kar û barên hilbijartinan birêve bibe.
2- Ji bo amadekirina zagona demî komîteyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhteyan bê amadekirin
3- Piştî amadekirina zagona demî, desteya rêveber dê rêveberiya demî ya hevbeş û demokratîk ava bike.
4- Desteya Rêveberiya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.
5- Rêveberiya demî dê komîteyên xwe yên rêveberiyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.
6- Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navneteweyî, di bin siya rêveberiya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmê Kurdî û yên hevbeş in.
7- Piştî avakirina rêveberiya demî, di nava mehekê de, hilbijartinên demokratîk, bi beşdariya rêxistininên herêmî û navneteweyî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidar xistin.
8- Meclîsa giştî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêveberiya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.
9- Meclîsa giştî dê li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan, destûra bingehîn amade bike.
Piştî MRGK û ENKS li ser van xalan li hev kirin, komîte ava kirin, ji bo bi pêkhateyên li Rojavaya Kurdistan dijîn dest bi hevdîtinan kirin. Li ser vê xebat hatin destpêkirin û bi hemû pêkhateyên herêmê re komîte hate bahev. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Çeçen li ser avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan piştgiriya xwe nîşan dan.
Diviyabû vê komîteyê li ser encamên hevdîtinên li gel pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, civîn pêk bianiya. Lê ev civîn pêknehat. Dîsa li gora me di ragihandinê ve şopand, civîn ji ber endamê Komîteyê yên ENKS’ê nehatine civînê pêk nehatiye. Di heman demê de Desteya Bilind a Kurd ji MGRK û ENKS pêk tê û hatina cem hev a herdu meclîsan tê wateya kombûna DBK. Ji xwe di heman demê de DBK jî kombûnên xwe kiribû.
Lê çi bû ku, bi carek him xebatên hevbeş ê MGRK û ENKS yên Rêveberiya Demî rawestiyan?
'ENKS NÛNERIYA KOALÎSYONA NIŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ DIKE'
Li vir siyaseta Partî Demokratî Kurdistan-Iraq (PDK-Iraq) derdikeve pêş. PDK piştî 19 Tîrmehê 2012’an dît ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd li ser bingeha xeta xwe ya azad li hemû Rojavayê Kurdistan bandoriya zêde dike û herêmên Kurdî rizgar dike, neçar ma ku bi MGRK re hevdîtina bike. Rastiya van hevdîtinan ew bû ku siyaseta PDK’ê li Rojava Kurdistan îflas kiribû. Hewldanê DBK jî di heman armacê de pêk hatibû ku, siyaseta azad a Kurd li Rojavayê Kurdistan kontrol bike û ger bikaribe têxe xizmeta siyaseta xwe. Ev siyaset ne siyasetekî di xizmeta gelê Kurd de ye, ev siyaet, bi siyaseta Tirkiyê, DYE, Sûdî Erebistan, Qatar û bi taybet di xizmeta sûniyên Ereb yê Sûriyê deye.
ENKS’ê di dema xebatên Rêveberiya Demî dihatin kirin biryar da ku, beşdarî Koalîsyona Niştimanî Sûriyê bibe ku ev Koalîsyon di dema niha de nûnertiya Erebên Sûriyê yê sûnî dike û hebûna Kurdan wek gel û herêmek Kurdî nepejirandiye. Di demek wiha de beşdar bûna nava Koalîsyonê, înkar kirina Rêveberiya demî bû. Lê Feysel Yûsif ku endamê DBK û ENKS’ye îdîa kiribû ku ev bi hev re ne nakoke. Ev jî du diliya ENKS’ê ya Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistan dida diyarkirin.
Di dema ENKS’ê biryar da ku beşdarî Koalîsyona Niştimanî Sûriyê bibe, Partiya Demokratî Kurdistan-Suriye ji ENKS’ê cûda bû. Partiya Çep a Kurdistana Suriyê û gelek kesayetên di nava ENKS’ê de li dijî vê siyaseta ENKS’ê helwestên tund nîşan dan. Ev jî dida diyarkirin ku di nava ENKS’ê de nakokiyên dijwar li ser Rêveberiya Demî û sibaroja Rojavaya Kurdistan hene, heye.
Niha li vir pirsek derdikeve, gelo ENKS û bi taybet partiyên dinava yekîtiya Siyasî cihê xwe digrin çi dixwazin. Li gora wan partiyan PYD’ê hemû Rojavaya Kurdistan xistiye bin destê xwe rê nade ku wan partiyên din xebatên xwe bimeşînîn. Van partiyan ji bo vê siyasetê ji destê xwe bernedin, ji aliyekî ve ketin nava xebatên Rêveberiya Demî, ji aliyekî din ve wek siyasetek klasîk yên ENKS’ê ev xebatan jî nebirin serî.
Rayadarên hin partiyên nava ENKS’ê dibêjin ku, wek talîmatek ji partiya Yekîtî, herdu Azadî û El Partî hatibe xwe bi carekî ji nava xebatên Rêveberiya Demî kişandin û beşdarbûna nava Koalîsyonê xistin rojeva ENKS’ê. Ev jî dide diyar kirin ku, siyaseta wan partiyan çiqasî bi rastiya Rojavayê Kurdistan û berjewendiyên gelên li vir têkildare.
Bi taybet divê mirov gotinên Nûrî Birîmo yê El-Partî yên dawî bi bîrbixe; Birîmo “ Ji bo me wateya DBK nemaye, PYD di bin sîwana me de dîplomasî dikir, me rê neda bikin. Deriyê Sêmalka ji bo wan bû, li ser daxwaze me hate girtin.” Ev gotin jî dide diyar kirin ku, ambargoya li ser Rojavayê Kurdistan tê meşandin, destê kê tê de heye.
'BÊ ENKS RÊVEBERIYA DEMÎ GENGAZ E'
Heta niha hatiye xuya kirin ne di xebatên DBK ne jî di xebatên Rêveberiya Demî ya Rojavaya Kurdistanê de, ENKS ezmûnek baş neda û wiha biçe têkeve nava kîjan xebatan; ji ber nikare siyasetek serbixwe ya derveyî hêzên PDK-Iraq bi wê ve giridayî dewleta Tirkiyê, Sûdî Erebistan, Qatar, DYE cûda tevbigere, dê bixwaze wan xebatan jî vala derxe.
Niha li vir pirsek derdikeve, gelo ger ENKS beşdarî Rêveberiya Demî nebe dê pêkhateyên Rojavaya Kurdistanê Rêveberiya xwe ya xweser dê ava neke?
Çend têbînî:
Ji ber Rojavayê Kurdistan ji Kurd, Ereb, Asûr, Ermen, Çeçen û pir olan pêk tê, temsîla hemû pêkhateya dinava Rêveberiyê de pirr girînge.
Rêveberiya Demî li ser xalên hatiye diyar kirin û nîqaşên heta niha bi pêkhateyên herêmê re hatiye kirin di demek zû ji bo gelên Rojavaya Kurdistan bê avakirin.
MGRK û hin partiyên din Kurd û bi pêkhateyên herêmê re rêveberiyekî rewa dikare bê avakirin.
Beşdarnebûna ENKS’ê wek Meclîs, nayê wateya temsîla gelên Kurd di nava Rêveberiya Demî nîne. Tê xuya kirin ku di gelek partî û kesên nava ENKS’ê jî dê beşdarî nava Rêveberiya Demî bibin.