Wênekêşên Kurd di 'Wêneîstan'ê de tên cem hev

Wênekêşên Kurd di 'Wêneîstan'ê de tên cem hev

Pêşangeha wêneyan 'Wêneîstan' ku beriya niha li Amed, Êlih û Nisêbînê hat organîzekirin, vê carê Qoser jê re mêvandariyê dike.

Pêşangeha Wêneîstan wê di navbera 26'ê Cotmeh û 3'ê Mijdarê de pêk were û 40 wênekêş dê bi mijara "mirov" bi wêneyên xwe cih bigirin.

Yek ji amadekarên pêşangehê Durzan Cîrano da xuyakirin ku di her warî de di navbera Kurdan de yekitî bi pêş dikeve û got, "Lê belê qada wêneyan a vê yekitiyê kêm bû. Ji bo em vê qadê dagirin, em gavan diavêjin."

Cîrano diyar kir ku ew dixwazin bi vê projeyê re wênekêşên li çar perçeyên Kurdistanê bînin cem hev û destnîşan kir ku ev yek wê bingehekê ji yekitiyê re jî ava bike. Amadekar anî ziman ku mîna her mijarê di mijara wênekêşiyê de jî Kurd ji bo xwe bigihîne cîhanê dibeze.

Pêşangeha wêneyan beriya niha li Nisêbînê vebûbû. Pêşangeha bi beşdariya 36 wêneyan roja 31'ê Tîrmehê bi dawî bûbû.

Wênekêşên di Wêneîstan a li Qoserê de cih bigirin ev in: Mehmet Gok / Mêrdîn,  Îskan Altin / Riha, Sîne Guneysû / Swîsre, Nesîho Asîrakî /Emerîka, Eşref Çînko / Silopî, Fatma Ataseven /Îzmîr, Hekîm Aram/ Gever, Cafer Guven / Amed, Enver Yildirim /Elmanya,  Şukru Arasan / Mêrdîn,  Mahmût Peyîrcî / Şirnex,  Azad Dilgeş / Nisêbîn, Omer Altas / Stenbol,  Şehmûs Ay / Stenbol,  Elîf Yavûz / Amed, Mehmet Emîn / Mêrdîn, Lokman Aydin /Amed, Felek Baran / Colemêrg, Bîrkan Çelîk / Qers, Yahya Bîçer / Elezîz, Esra Gultekîn / Amed, Elîf Yilmaz / Mereş, Huseyîn Yilmaz / Qers, Mîzz Zîka / Antalya, Mûkader Mkdr/Farqîn, Medîna Baran / Amed, Eşref Karagoz /Amed, Durzan Cîrano /Amed, Dijwar Hîrorî /Duhok, Bîlal Seçkîn / Êlih, Xanê Ûçar / Dîlok, Yilmaz Akkaya / Qers, Cembelî Artûç / Şirnex, Hasan Hacî / Zaxo, Gulnaz I. Meho / Beyrûd, Khaled Esmaîlî/ Îran, Oner Ozturk / Êlih, Egemen Demîr/ Agirî, Sawry Mzory /Hewlêr, Berfîn Şîrîn Ogûz/ Mêrdîn.