Welatiyên Til Koçer sedî 60 vegeriyan malên xwe

Welatiyên Til Koçer sedî 60 vegeriyan malên xwe

Welatiyên bajarê Til Koçer ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn derxistin, piştî rizgarkirina bajarokê, sedî 60 vegeriyan malên xwe.

Bajaroka Til Koçer ku ji aliyê komên çete ve hatibû dagîrkirin, di 26`ê cotmeha 2013’an ve ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hate rizgarkirin. YPG`ê piştî rizgarkirinê mayin û teqemeniyên ku ji çeteyan danîbûn paqij kirin. Piştre komîteyên xizmetê hatin avakirin û pirsgirêkên av, ceyran û firneya nah hatin çareserkirin. Di 20`ê mijdarê de jî welatiyên dest bi vegera malên xwe kirin.

Li gorî agahiyên welatiyan dane hetda niha ji sedî 60 ji şêniyên bajarokê vegeriyane malên xwe.

Welatiyê bi navê Taha Yasîn diyar kir ku rewşa bajêr niha bi ewleye û hemû xizmetên bajêr pêkhatî ne. Salim Diheyim jî da zanîn ku ew beriya 7 rojan vegeriyaye bajêr. Diheyim diyar kir ku av û ceyran hatine çêkirin, du firneyên nan dixebitin û li sûkê jî hemû pêdiviyên jiyanê peyda dibin.

 Welatiyê bi navê  Ibrahîm Fedaî ku beriya 15 rojan vegeriyaye Til Koçer jî da zanîn ku rewşa bajêr niha pir baş bûye û dibistan jî dê di hefteya pêş me de bêne vekirin. Fidaî da zanîn ku hêzên asayişê bi armanca parastina malên welatiyên ku hîna venegeriyane, gera bi şevê qedexe kirine.