Wan, Hezex, Heweng: Hukûmet gavan biavêje

Wan, Hezex, Heweng: Hukûmet gavan biavêje

Di çarçoveya kampanya "hukûmet gavê biavêje" ya BDP'ê de, li Wan, navçeya Riha Heweng û navçveya Şirnex Hezexê, bi dehhezaran kes meşiyan. Girseyên gel bang li hukûmeta AKP'ê kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê, di çarçoveya kampanya "Hukûmet gavê biavêje" de meşek lidar xist. Girseya gel a li ber Peykerê Aştiyê yê Mûsa Anter hat cem hev, ber bi Beşyolê ve meşiya. Li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên BDP'ê yên Wanê Fîgen Yaşar û Mûsa Îtah, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, bi hezaran kes tevlî meşê bûn. 

Girseya gel li Derbasoka Çandê li astengiya polîsan rast hat û girse bi biryadarî benda polîsan derbas kir û meşa xwe dewam kir. Meşvan piştre gihaştin Parqa Feqiyê Teyran û bi zêdebûna hejmara çalakvanan re, rê li trafîkê hat girtin. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer di axaftina xwe ya li vê derê de got, "Em ji vê derê dipirsin; Eger Birêz Ocalan li girtîgehê bê ragirtin mirov dikare behsa aştiyê bikin? Eger qereqol bên çêkirin, pergala cerdevaniyê dewam bike, mirov dikare behsa aştiyê bikin? AKP ev 4 meh in ji bilî xapandina gel tiştekî nake. Ji bo aştiyê Rêberê Gelê Kurd, gerîlayên Kurd berpirsyariyên xwe de bi cih anîn, hukûmet jî neçare êdî gavan biavêje."

HEWENG

Di çarçoveya kampanya "Hukûmet gavê biavêje" de li navçeya Riha Hewengê jî meşek hat lidarxistin. Bi sedan kes ji ber avahiya BDP'ê ya navçeyê heta ber avahiya AKP'ê ya navçeyê bi pankarta bi nivîsa "Ji bo jiyaneke bi rûmet, gavekê tu jî biavêje" meşiyan.

Li ser navê girseyê, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Hewengê Bayram Arslan li ber avahiya AKP'ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û li derve pêvajoyê bi rêve bibe. 

Arslan diyar kir ku dor hatiye hukûmet gavan biavêje û got, "Ji bo agirbest mayinde bibe û aştî serdest bibe, em ji hukûmetê re dibêjin "gavan biavêje."

HEZEX

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Şirnex Hezexê jî di çarçoveya kampanya "Hukûmet gavê biavêje" de meşek lidar xist. Bi sedan kes li Parqa Aştiyê ya li taxa Tûrgût Ozal hatin cem hev û ber bi qeymeqamiya navçeyê ve meşiyan. Li gel astengiya polîsan jî girseyê meşa xwe dewam kir û li ber avahiya qeymeqamiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Hezexê Ekrem Şavli li vir peyivî û got, "Terora dewletê li çar aliyên welêt belav bûye. Divê êdî ev bi dawî bibe û hukûmet ji bo rêveçûna pêvajoya aştî û çareseriyê gavan biavêje."

Piştî daxuyaniyê, girseyê dawî li çalakiya xwe anî.