Vekirina rêya Hesekê û Til Temir welatî keyfxweş kirin

Vekirina rêya Hesekê û Til Temir welatî keyfxweş kirin

Piştî ku rêya di navbera bajarê Hesekê û Til Temirê de ji komên çeteyan hatin rizgarkirin, welatiyên herêmê kêfxweşiya xwe anîn  ziman û spasiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin.

Komên çete ku gundên li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û Tiltemirê de dagîr kirbûn, rê li welatiyan girtibûn. Lewre welatiyan gelekî zehmetî dikişandin. Piştî ku Yekîneyên Parastna Gel (YPG) gund û rê ji komên çete yên DAIŞ`ê rizgar kirin, welatiyên herêmê ajokar jî rehet bûn.

Welatiyê bi navê Icêl Rustem ku li ser rêya Dirbêsiyê karê veguhestinê dike da zanîn ku komên çete salekê ev rê girtibûn û çûn û hatin qedexe kiribûn. Rustem da zanîn ku ew neçar bû carê biçe Amûdê û ji wir biçe dirbêsiyê. Rustem jiber rizgar kirina rê spasiya YPG`ê kir.

Şofêrê bi navê Merwan Ehmed jî da zanîn ku jiber gef û kiryarên çeteyan ew neçar bûn ku rêyên din yên dirêj bikar bînin. Ehmed diyar kir ku piştî herêm hate rizgar kirin ew dîsa dikarin karên xwe di nava ewlehiyê de bikin. Ehmed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya YPG`ê kir.

Welatiyê bi navê Cemîl Remezan derbarê kiryarên çeteyan de ev tişt anîn ziman:"Çetyan erebeyên me radiwestandin, rêwî peya dikirin û dişelandin û carna jî rêwiyên Kurd dikuştin." Remezan da zanîn ku pêkhateyên herêmê bi salan di nava biratiyê de dijîn û komên çeteyan nikarin vê jiyana hevbeş têk bibin. Remezan her wiha berxwedana YPG`ê silav kir.

Dr. Umer Şêxê jî diyar kir ku wî jiberiya salekê nikarîbû ji bajarê Hesekê biçe bajarê Dirbêsiyê û serdana xizm û malbata xwe bike. Şêxo da zanîn ku ew niha bi saya berxwedana YPG`ê dikarin bi ewlehî biçin û bên.