Vegera li Kobanê zêde dibe
Vegera li Kobanê zêde dibe
Vegera li Kobanê zêde dibe
Çeteyên DAIŞ’Ê roja 15’ê Îlonê, careke din êrîşê Kobanê kirin. Di encama berxwedana xurt a YPG’ê de vegera gel a Kobanê zêde bû. Hema bêje li bajêr jiyan vegeriya rojên beriya şer. Gelê Kobanê ku tedbîrên xwe li hemberî êrîşan digirin, heta dawiyê li gel şervanên YPG’ê li ber xwe didin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi tank, top, fuze û çekên giran êrîşê Kobanê kirin, li rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG’ê hatin. Gelê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê derketibûn, êdî vedigirin bajarê xwe. Piştî berxwedana YPG’ê bi hezaran Kobaniyên koçber bibûn, vegeriyan Kobanê.

Di rojên destpêkê yên êrîşên li ser Kobanê de, esnafan dikanên xwe girtin, lê niha gelek esnafan deriyên dikan û kargehên xwe vekirine. Dikanên weke dermanxane, market, qesab, fêkî û zebze, amûrên elektronîk hatine vekirin. Piştî berxwedana destanî ya YPG’ê, hema bêje li bajêr jiyan mîna rojên beriya şer e. Piştî ku rojên dawiyê hêzên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û berxwedana xwe xurttir kirin, baweriya bi YPG’ê zêdetir bû û vegera bo Kobanê jî zêdetir bû.

Li Kobanê nîşaneke din a jiyana normal a li bajêr ew e ku zarok li kolanan baz didin û ji xwe re dilîzin, jin jî li ber deriyan sohbet dikin. Yek ji kesên ku roja destpêkê ji Kobanê koçber û careke din vegeriya dayika sê zarokan a bi navê Edlê Xelîl e. Dayika ciwan diyar dike ku ew cara destpêkê ji ber tirsa psîkolojîk koçber bûne û piştî berxwedan û baweriya YPG’ê vegeriyane bajêr. Edlê Xelîl da zanîn ku ew dê gel YPG’ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û wiha dibêje: “Ji vê kêliyê û şûnde em tu carî dest ji Kobanê bernadin. YPG li ber xwe dide, em pê bawer in ku dê me biparêzin.”

Yek ji wan kesên ku roja destpêkê çûne Mihemed Muslim Elî ye. Elî jî piştî berxwedana YPG’ê vegeriyaye û dikana xwe ya li navenda bajêr ku berhemên petrolê difiroşe vekiriye. Elî da zanîn ku piştî hate dîtin ku berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ’ê xurt dibe, ew vegeriyane bajarê xwe û wiha dibêje: “Van rojên dawiya bi hezaran kes vegeriyan. Dikana min nêzî deriyê sînor e. Ez bi çavên xwe dibînim. Her roj bi hezaran mirovên me vedigirin û em dê tu carî dest ji Kobanê bernedin.”
Li Kobanê kî objektîfan, kamerayan dibîne, ji 7 heta 70 salî her kes nîşaneya serkeftinê nîşan didin û baweriya xwe ya bi berxwedana bêhempa ya YPG’ê aşkere dikin.

Li navenda bajêr kesê bi navê Feyad Berkel ê 65 salî, bi keleşa xwe ve bala me dikişîne. Berkel diyar dike ku ew bi awayeke dildar tevlî hêzên ewlekariya navxweyi ya bajêr bûye. Berkel dibêje: “Em dê di nava heriya Kobanê de bimirin, lê em teslîmê DAIŞ’ê nabin.” Piştî van gotinên Berkel, kesên li derdorê dirûşima “Bijî Berxwedana YPG’ê diqîrin.”

Ya balkêş ew e ku herî zêde kesên ciwan vedigirin Kobanê. Ciwanên Kurd ên ku vegeriyane bajarê xwe dibêjin: “Em hatine tevlî şer bibin. Dê destê qirêj ê DAIŞ’ê negihe axa me.”

Her çendî şerek dijwar li Kobanê heye, lê Kobanê weke xwe maye. Baweriya bi berxwedana şervanên YPG’ê her roja ku diçe zêdetir dibe. Hema bêje jiyan vedigere mîna rojên beriya şer. Ji bo sîstema ewlekariya navxweyî ya bajarê Kobanê, li hemberî hemû xeteriyan tedbîrên xurt hatine girtin.


WÊNE: Veysi Altay