Turk: Ocalan firsendek nû ava kir

Turk: Ocalan firsendek nû ava kir

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di mitînga li navçeya Misircê ya Sêrtê de axivî û diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgireka kurd firsendên nû ava kir. Turk, xwest her kes tevlî vê pêvajoyê bibe û her kes zimanekî nû yê siyasî ava bike.

Heyeta BDP'ê û KCD'ê ku ji Hevserokên BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk pêk tê di çarçoveya xebata "Rizgariya Demokratik Jiyana Azad" de hatin Misircê. Heyet destpêkê Şaredariya Misircê ziyaret kir. Beriya ziyaretê Heyeta BDP'ê û KCD'ê li Kolana Hunerê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demîrtaş diyar kir ku, rolê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de gelek mezine wiha got: "Li ser banga Reberê Gelê Kurd Birêz Ocalan PKK'ê biryara vekişina dervê sînor da. Vê vekişinê firsendek mezin da pêvajoya siyasetê û çareseriya demokratîk. Ne tenê ji bo hikûmetê, ji bo hemû kesên ku ji siyaset û çareseriya demokratîk bawer dike û hemû kesên dixwazin li Tirkiyeye demokrasi û siyaseta azad pêş bikeve firsendek mezine.

‘ÊDÎ DÊ TURKIYE JI BIN ZILMA ŞERXWAZAN XILAS BIBE’

Demîrtaş anî ziman ku, ji bo civakek azad û siyasetek azad û welateki azad ji her demê bêtir guncawe û wiha berewam kir: "Tu têkiliya gel û siyasetmedarên şer dixwazin bi hev tune ye. Ji ber ku wisa difikirin ku her tişt koltuxên sor ên meclisê ne. Lê nizanin ku ji sala 1920'an heta niha hemû kesên ku gotine ez kurdim rastî zilmê hatine. Hemû kesên ku gotine ez elewî me, ermenî me û çerkezim rastî zilmê hatine. Êdî Tirkiye dê ji bin desthilatdariya şerxwazan rizgar bibe. "

‘KURD DÊ PÊŞEROJA XWE DIYAR BIKIN’

Demîrtaş da zanîn ku ew êdî bindestî û desthilatdariyê qebûl nakin û kurd dê bi xwe sedsala xwe ya pêş diyar bikin û xwe bi rêve bibin. Demîrtaş destnîşan kir ku, dem dema axaftina kurdan e û diyarkirina pêşeroja xwe ye. Demîrtaş, da zanîn ku kurd hem dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin û hem jî dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin. Dixwazin çand, nasname, dîrok û hebûna xwe biparêzin û peş bixin.

‘OCALAN FIRSENDEK NÛ AVAKIR’

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku, dewletê xwest bi zilm û zorê gelê Kurd bêdeng bikin û mafê wan ji destê wan bigirin û wiha axivî: "Xwestin bi siyaseta înkarê gelê Kurd perçe bikin û bêdeng bikin. Gelê Kurd kuştin, avêtn zindanê û îşkence kirin. Lê gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe li nirxên xwe xwedî derket û hebûna xwe parast. Şêx Seîd li dijî zilmê derket. Di salên 1980'an de Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan li dijî zilmê derketin. Niha Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgireka Kurd firsendek nû da pêş. Divê her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin û pêş bixin. Barê herî giran dikeve ser milê me siyasetmedaran. Divê em bêtir ji bo azadî û mafê gelê Kurd bi şev û roj bixebitin. Em dê bi têkoşînê azadiya xwe û mafê xwe bi dest bixin."