Turk: Divê Ocalan derbikeve û bang li Kurd û Tirkan bike
Turk: Divê Ocalan derbikeve û bang li Kurd û Tirkan bike
Turk: Divê Ocalan derbikeve û bang li Kurd û Tirkan bike
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di mitînga li Çewlikê ku têkildarî pêvajoyê hat lidarxistin de diyar kir ku ew dixwazin vê rûpelê bi azadiyê binexşînin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bigêje azadiya xwe û wiha got: "Divê Birêz Ocalan derkeve pêşberî gelê kurd û tirk û bang li gelan bike.
Rêxistina BDP'ê û KCD'ê têkildarî pêvajoyê li Çewlîk û Kanîreşê mitînga çareseriyê pêk anî. Di mitînge de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken tevli mitîngan bûn. Di mitîngê de bi hezaran welatî amade bûn û piştgirî dan pêvajoyê. Di mitînga Çewlîkê de bi hezaran kes amade bûn û pankartên "Çareseriya Demokratîk û ji Ocalan re azadî", "An azadi an azadi, an serkeftin an serkeftin" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Biji Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehit namirin" berz kirin.
Di mîtingê de Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku pêvajoya aştiyê pêvajoyek zahmet û dirêj e û wiha got: "Ger ku me ev gav avêtibe bi pitgirî û daxwaza gelê Çewlîkê û gelê kurd e. Me baweriya xwe bi gelê xwe anî û me ev gava ewil da destpêkirin û em dê gava duyemîn ji bavêjin. Gelê kurd dê ji bo aştiyê gav bi gav pêş bikeve. Ewil Konseya Rêveber a KCK'ê biryara agirbestê îlan kir. Piştre PKK'ê û KCK'ê biryara paşvekişandinê da. Gerîlla dê di 8'ê Gulanê de derkeve dervê sînor.
Le li aliyê din li Çewlîkê qereqolên nû tên çekirin. Bi avakirina qereqolan aştî pêş nakeve. Gelê kurd şerê biratiyê naxwaze. Ger ku aştiyek bi rûmet dê pêş bikeve wê demê em li Çewlîkê qereqolan naxwazin. Em dê azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo bînin."
'BIRÊZ OCALAN EV PÊVAJO DA DESTPÊKIRIN'
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, jî diyar kir ku ew heta bigêjin aştiyek mayinde û azad dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tugluk, da zanin ku bi salan e gelê kurd bê nasname û statu dijî û gelê kurd êdî vê yekê qebûl nake û wiha got: "Gelê kurd êdî politikayên înkar û îmhayê qebûl nake. Nasname, statu û azadiya mafê xwe dixwaze. Ev pêvajoya aştî û çareseriyê bi têkoşîna gelê kurd û berxwedana Îmraliyê pêş ket. Ev pêvajo ji aliylê Birêz Oclan ve hatiy destpêkirin. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk a gelê kurd em dêkoşînê didin. Em dixwazin êdî tu ciwanên me neyên kuştin. Birêz Ocalan ji salên 90'an heta niha her tim di nava lêgerîna aştiyê de bû. Her tim xwest bi rêya aştiye pirsgirêkê çareser bike. Lê mixabin dewletê bersîv neda hewldanên Birêz Ocalan ên aştiyê. Be di ber xwe da û têkoşîn pêş xist. Piştî dîtin ku bi înkar û îmhayê nikarin gelê kurd têk bibin neçar man ku ev pêvajoya aştiyê dan destpêkirin. Ev pêvajo disa ji aliye Birêz Ocalan ve hat destpêkirin. Gelê kurd hêj tam baş nizane ku dê AKP bersîvek çawa bide vê pêvajoyê. Divê ev pêvajo bi rêbazên aştiyê pêş bikevin. Gelê kurd bi PKK'ê û Rêberê Abdullah Ocalan bawer dibe. Ger ku aşti pêş nekeve bê guman gelê kurd dê heta dawi di ber xwe bide û mafê xwe biparêze. Niha ji bo nasname, statu û mafê gelê kurd yê rêveberiyê hevditin tên kirin."
'HETA KU BIRÊZ OCALAN GIRTÎ BE GELÊ KURD AZAD NABE'
Tugluk, destnîşan kir ku azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd bi hev ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan azad nebe gelê kurd jî azad nabe. Gelê kurd Ocalan vîna xwe ya siyasî qebûl dike. Rêberê xwe qebûl dike. Yê ku gelê kurd kir civak, di qada siyasi civaki û rêxistini de gîhand astekê Reberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Heta ku Ocalan azad nebe em jî azad nabin û gel jî azad nabe. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî rêberê gel azad bibe. Ji bo ku Birêz Ocalan rola xwe ya aştiyê bilîze divê berî her tiştî Ocalan azad bibe û ji zindanê derkeve. Ger ku Birêz Ocalan serbest hat berdan wê demê dê aştî bêtir nêzîk be. Divê ev derfet ji bo Birêz Ocalan bê dayîn."
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku ev têkoşîna mirovahiyê û azadiyê ye û wiha got: "Êm tenê heq û hiqûqa gelê xwe dixazin. Em mafê xwe yê civakî mirovahî û gel dixwazin. Em xwez gelê kurd azad bibe. Birêz Ocalan, di vê serdema nû de xwest bi stratejiya siyaseta demokratîk, diyalog, aştî û muzakereyan çareser bike. Birêz Ocalan rûpela azadiye vekiriye û divê em li vê rûpelê xwedi derkevin. Em her tim alîgirê aştî û çareseriyê ne. Bêçarebûn divê ne bi tolhildanê be. Çeresrî diyalog e. Ji ber vêyekê divê em di diyalog û aştiye de her tim israr bikin."