Trajediya dil bi êş ya Ebdulrehmanê biçûk

Trajediya dil bi êş ya Ebdulrehmanê biçûk

Zarokê 12 salî Ebdulrehman Hisên ku beriya 4 mehan di pevçûnekê de bavê wî jiyana xwe ji dest da û dayîka wî jî winda bûye, bê xwedî dimîne. Ev qas tiştên bi serê Ebdulrehmanê biçûk hatîn nebesin jî ji aliyê komên çete ve tê şewitandin.

Polîtîkayên hêzên desthilatdar û hêzên ku xwe wekî muxalefetê binav dikin ên li Sûriyeyê, ji bilî ji xetê-derxistina şoreşa gel, hilweşandin, talan û kuştinê, gelek tirajediyên ku kezeba mirovan dişewitînin jî dane jiyandin. Yek ji van trajediyan jî serpêhatiya zarokê 12 salî yê bi navê Ebdulrehman Hisêne. Çîroka Hisên 4 meh beriya niha li Şamê destpê kir. 

Jiyana Ebdulrehman Hisên ku li taxa Xezal a bajaroka Sibênê ya girêdayî paytexta Sûriyeyê Şamê rudinişt, bi êrîş û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û muxalefetê serûbino dibe. Di êrîşa 4 meh beriya niha de bavê Hisên jiyana xwe ji dest dide. Di êrîşan de mala wan jî dibe hedef û di nava tevlîheviyê de dayîka xwe jî winda dike û êdî nabîne. Hisên ku têkiliya wî bi hemû endamên malbatê re qut bû û li holê ma, bi malbata cîranê xwe yê bi navê Mihemed Nezîr re koçî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dike.

PARSEKTIYÊ LÊ FERZ DIKIN

Neweyî li Serêkaniyê jî pêşiya Ebdulrehman Hisên bernadin û careke din rêya koçberiyê diyar dibe. Di dema ku Hisên hatiye Serêkaniyê li bajêr êrîşên komên çekdar hene û pevçûnên dijwar diqewimin, lewre jî Hisên bi malbata Nezîr ku ji 9 kesan pêk tê re dîsa dikeve ser rêyan û vê carê berê xwe dide Serxetê. Piştî derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn li Mêrdînê, li cem malbatek xizmên Mihemed Nezîr bicih dibin. Hisên mehekê li vir dimîne, lê neçar dimîne ku ji vir jî derkeve. Ji ber ku jê tê xwestin ku parsekiyê bike. Hisên jî vê yekê qebûl nake û ji malê direve. Ebdulrehman Hisên ku berê xwe da qampa penaberan a li Serêkaniya Serxetê, reva xwe ya ji heman malbatê bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku ez mehekê li mala xizmê Nezîr mam, ji min xwestin ku ji bo mesrefên xwe derxînim, parsekiyê bikim. Lê min qebûl nekir û ez ji malê reviyam.”

Ebdulrehman Hisên li qampa penaberên ji Sûriyeyê hatine, li gel hinek ciwanan dimîne. Lê piştî demekê rayedarên Tirkiyeyê van ciwanan dersînor dike û Hisên dîsa bi tenê dimîne. Li ser vê yekê jinek bi navê Delal ku ew jî bi malbata xwe re ji Serêkaniya binxetê hatiye ve tê xwedîkirin. Lê bêhna Hisên teng dibe û bi awayekî dizî ji qampê derdikeve û diçe Serêkaniya Serxetê. Rojekê ji van rojan dema li ber qehwexaneyekê rûdine, kesekî ku bi Erebî û Tirkî dizane rastî wî tê û pê re di axive. Hisên ev serpêhatiya xwe jî wiha vegot: “Ji ber ku derketina ji qampê qedexe bû, ez ji wargehê bi dizî derdiketim. Rojekê dema ez li ber qehwexaneyekê rûniştîbûn, mirovekî ku Erebî û Tirkî dizanî, li rex min rûnişt. Piştî ku min çîroka xwe jê re vegot, ez birim hundirê qehwexaneyê û bi tirkî bi kesên li hundir re axivî. Min jê fêm nedikir, lê piştre welatiyên di qehwexaneyê de di nava xwe de pere kom kirin û bi qasî 5 hezar lîreyên Sûriyeyê pereyên Tirkiyê dan min.”

KESÊN ÇEKDAR EW ŞEWITAND

Hisên piştî ku van pereyan digire, dixwaze alîkariya malbata ku li cem dimîne bike. Hisên bihîstiye ku cixareyan ji binxetê distînin û li qampê difiroşin, lewre ew jî ji qampê direve û bi rêya qaçax derbazî Serêkaniya binxetê dibe. Li vir jê re tê gotin ku cixare li gundê Til Xelef erzan têne firotin. Ew jî li ser vê yekê berê xwe dike Til Xelef, lê li vir tişta ku qet li bendê nebû bi sere wî tê. Hisên ev bûyer wiha vegot: “Piştî ku 5 hezar pereyê min çêbû, min xwest paketên cixareyan bikirim û li qampê bifiroşim da ku alîkariya malbata ku min xwedî dike, bikim. Lewre ez çûn Serêkaniyê, li wir ji min re gotin ku li gundê Til Xelef pakêt erzantirin. Min jî berê xwe da wir û di seet 19.00’an de ez gihiştim Til Xelef. Ez li cihekî rûniştim ku hinek bêhna xwe bidin. Di wê navberê de du kesên çekdar ku rûyê wan pêçayî bûn hatin li rex min rûniştin. Piştî ku em bi hev re axivîn fêm kirin ku pere bi min re heye. Lewre ji min xwestin ku ez pereyê xwe bidim wan. Lê dema min nedan, ez kişandim koşeyekê û devê min girtin. Piştre pereyên min bi zorê ji min standin. Piştre şûşeyek benzînê li serê min kirin û agir berdan bedena min û reviyan.”

Li ser qêrîna Hisên dikandarek avê lê dike û agir vedimirîne. Piştre jî Hisên dibe ser sînor û dide destê komeke ciwanên ji Sûriyeyê. Ciwan jî Hisên radikin Nexweşxaneya Serêkaniyê ya Serxetê û li wir tê dermankirin.

CAREKE DIN VEGERIYA BINXETÊ

Ebdulrehman Hisên piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê baş dibe, li nexweşxaneyê ji hin kesan dibihîse ku Asayîşa Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistan dikare mafê wî bistîne. Li ser vê yekê careke din vedigere Serêkaniyê ya binxetê û li cem hêzên asayîşê giliyê 2 kesên ku ew şelandine û agir berdane bedana wî dike.

ASAYÎŞÊ GIRT CEM XWE

Asayîşa Serêkaniyê ku serlêdana Hisên qebûl kir, ew girt cem xwe. Rayedarên Asayîşa Serêkaniyê jî diyar kirin ku ew dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku kesên ev pêkanîn aniye serê Ebdulrehman Hisên peyda bikin. Rayedarên Asayîşê her wiha bi armanca ku malbata Hisên jî peyda bikin, bang li kesên ku wî nas dikin kir ku bi vê hejmara telefonê xwe bigihînin wan: 05342416625