Tirkiye û çete rê nadine alîkarî bighên Efrînê
Tirkiye û çete rê nadine alîkarî bighên Efrînê
Tirkiye û çete rê nadine alîkarî bighên Efrînê
Komîteya Alîkariyên Mirovahî ya Efrînê diyar kir ku, ji ber Tirkiyê û komên çete yên ku ji beriya 6 mehan ve rêyên derbasbûna alîkariyên mirovahî nema alîkarî dighêne Efrînê.
Endamê Komîteya Alîkariyên Mirovahî ya Efrînê Fexrî Silêman diyar kir ku ji ber siyasetên Tirkiyê û komên çete yên li dijî herêma Efrînêû girtina rêyên ketina alîkariyan ev 6 meh in, tu alîkarî ne gihiştine wan. Fexrî, da zanîn ku Tirkiyê sînorên xwe ji bo alîkariyan venake.
Fexrî, destnîşan kir ku hemû alîkariyên ku di deboyên komîteya Alîkariya Mirovahî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd de bûn ji beriya 3 mehan de xelas bûne û ev tişt gotin:" Ji ber ku deboyên me vala bûne, em nikarin alîkariya koçberan bikin."
Derbarê madeyên ku pêdiviya wan pê hene Fexrî Silêman got ku niha pêdiviya wan bi şîrê zarokan, derman û madeyên jiyanî yên girîng hene. Fexrî Silêman da zanîn ku cara dawî 18 kemyon alîkarî gihîştine wan û wan li kesên xizan û koçberan belav kirin. Fexrî Silêman bibîr xist ku bi dehan kemyonên alîkariyê li ser sînorê Tirkiyê ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve hatine rawestandin, her wiha girtina rêyan a ji aliyê komên çete ve bû ye sedema hin ji koçberan parsê bikin.
Silêman, bibîr xist ku gelek koçberên li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ku di dibistana Salih Elî bi cihbûne bê alîkarî mane û got ku pêdiviya wan bi alîkariya heye.