Tevgera komên çete li bajarê Serêkaniyê zêde dibin
Tevgera komên çete li bajarê Serêkaniyê zêde dibin
Tevgera komên çete li bajarê Serêkaniyê zêde dibin
Li gorî çavkaniyên heremî li bajarê Serêkaniyê tevgera komên çete zêde dibin. Hate zanîn Lîwaya Mûtee, Ketîbet Nexwa, Xoraba Şam û hinek komên giridayî Arteşa Azad li gundê Menecîr kom bûne. Berî çend rojan li nêzîkî gundê Menecîr rêya kesên sivîl hatibû qutkirin û di encamê de 44 kes hati bûn revandin.
Çavkaniyên heremî diyar dikin ku, ev piştî şerê li Til Temir, komên çete li derdorê Serêkaniyê tevger bûna xwe zêde kirine. Hate zanîn Lîvaya Mûtee, Ketîbet Nexwa, Xoraba Şam û hinek komên giridayî Arteşa Azad li gundê Menecîr kom bûne.
Berî çend rojan li nêzîkê gundê Menecîr rêya kesên sivîl hatibû qut kirin û di encam de 44 kes hatibûn revandin û heta niha tu agahî ji wan neyê girtin. Hate zanîn vê dane sibê kesên girtî anîne navenda Cephed Nesra ya bajarê Serêkaniyê. Li gorî çavdêran ev kesan berî niha kesên li derdorê gundên Menecîr hatine revandinin. Bi taybet di demên dawî li gorî agahiyan di navbera komên çete û Cephed Nesra da têkiliyên xurt hene.
TEVGERÊN KOMÊN ÇETE DIDOMIN
hate diyarkirin ku piştî êrîşên komên çete gundê Soda yên şêniyê wê Erebên hate valakirin. Gundî neçarî koçberiyê hatine kirin. Taxa Mehetê Navenda Tendurîstî ji aliyê Cephed Nesra hatiye şewitandin. Asayîş piştî agir tefandiye, dîsa ji aliyê ev hêzan agir bi navendê hatiye xistin.
Ji aliyekî din revandin û talankirina cihan didome. Malbata Hozan Cemîl Îso da zanîn ku kurê wan berê çend rojan ji aliyê komek çete hatiye revandin û ev kom giridayî Hemat Ubeyt Xelîl giridayî ye. Ev giridayê Arteşa Azad tê zanîn. Tê îdîakirin Îso birine bajarê Reqayê.
Tê zanîn berî niha li bajarê Serêkaniyê Cephed El- Nesra û komên çete ji bo talankirina bajêr êrîşî Serêkaniyê kiribûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo gelê bajar biparêze piştî şerekî dijwar bajar ji komên çete paqij kiribû. Lê ev demek eli taxa Mehetê ya li ser sînorê Tirkiyeyê, tevgera komên çete zêde dibin.