TEV-DEM revandina mitranên Helebê şermezar kir

TEV-DEM revandina mitranên Helebê şermezar kir

Tevgera Civaka Demuqratîk (TEV-DEM) revandina Mitran Yohenna Ibrahîm, mitranê Helebê yê Suryanên Ersozoks û Mitran Polis Yazicî, mitranê Helebê yê Romên Ersozoks bi daxuyaniyekeşermezar kir. TEV-DEM'ê diyar kir ku, ji bo serbest berdana herdu mitranan çi ji destê wan bê wê bikin.

Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê derbarê revandina Mitran Yohenna Ibrahîm û Mitran Polis Yazicî yên Helebê de daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komeke çekdarMitran Yohenna Ibrahîm, mitranê Helebê yê Suryanên Ersozoks û Mitran Polis Yazicî, mitranê Helebê yê Romên Ersozoks di 22’ê nîsanê de revandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî hemû bang û daxwazên serbest berdana wan ev 9 rojin li ser bûyera revandinê re derbaz bû û hîn nehatine berdan.

Di berdewama daxuyaniyê de hete gotin ku,TEV-DEM kiryarên li dijî kesayetiyên olî şermezar dike û da zanîn ku, kiryarên bi vî rengî dikevin xizmeta berjewendiyên hêzên derve yên ku dixwazin di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê de nakokî derkeve û şoreşa azadiyê ya gelê Sûriyeyê ji rastiya xwe were derxistin. Di daxuyaniyê de hate vegotin ku, baweriya TEV-DEM’ê  bi hêmanên olî û jiyana hevbeş heye û li ser vî esasî di zûtirîn dem de doza serbest berdana herdû mitranan dike.

Di daxuyaniyê de Desteya Rêveber a TEV.DEM'ê hêvî kir ku tenduristiya Mitran Yohenna Ibrahîm, mitranê Helebê yê Suryanên Ersozoks û Mitran Polis Yazicî, mitranê Helebê yê Romên Ersozoks baş be û di zûtirîn dem de vegerin ser erkên xwe yên mirovahî. Di dawiya daxuyaniyê da hate diyar kirin ku, ji bo serbest berdana herdû mitranan çi ji destên TEV-DEM bê wê bike.