TEV-DEM: Em dê her tim li kêleka karkeran bin

TEV-DEM: Em dê her tim li kêleka karkeran bin

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Gulanê cejna karkerên cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. TEV-DEM’ê diyar kir ku, ew dê bi hemû hêza xwe di rewşên dijwar de li kêleka karakeran bin û ji bo mafên karkeran bixebitin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, 1’ê Gulanê dîroka xwe ji salên dirêj ji xebat û çalakiyên sazî, yekîtî û rêxistinên karkeran digire, bi salan xebat hatin meşandin ji bo girtina mafê karkeran ji sîstema sermayedar. Bi xebat û çalakiyên salan îro 1’ê Gulana li her dewerê tê pîroz kirin û 1’ê Gulanê wata xwe wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, xebat û berxwedana karakeran li hemû aliyên cîhanê ku di riya girav, mîting û çalakiyên cûda da tên lidarxistin, heta roja îro li dijî hêzên sermayedar ku mafê karkera li piraniya welatên cîhanê çewisandiye didomin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, karkerên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa dijwar koçberbûne, her wiha bi hezaran sivîlên ku piraniya wan karkerin ji bo pêwîstiyêna malbata xwe temîn bikin derdiketin û jiyana xwe jidest dan. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku, heta roja îro karkerên li Sûriyeyê ji ber kiryar û siyasetên rêjîma Baas a bi salan di rewşeke dijwar de jiyan dikin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir tevî ku rejîma Baas bi navê sosyalîzmê bang dikirin jî, lê di rastiyê de karkerên li Sûriyeyê bi salane têne çewisandin û ji mafên xwe bêpar hatine hiştin.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM’ê 1’ê Gulnê li hemû karkerên cîhanê û Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û banga berxweda ji bo mafên karkeran û hemû beşên civakê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, TEV-DEM di hemû rewşên dijwar de wê li kêleka karkerên ku bûne bingeha pêşketin civakê be.