Teslîm Tore: Ocalan bi ser ket, Erdogan wenda dike!

Teslîm Tore: Ocalan bi ser ket, Erdogan wenda dike!

Yek ji siyasetmedarên girîng ê tevgera Çep a li Tirkiyê Teslîm Tore da xuyakirin ku "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk û Aştiyê" gelek tişt bi Kurdan daye qezençkirin û got, "Ocalan di vê pêvajoyê de bi ser ket. AKP û Erdogan jî wenda dikin."

Pêvajoya Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, hem ji Tirkiyê hem jî ji herêmê piştgiriyeke mezin dibîne. Yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera Çep a Tirkiyê Teslîm Tore diyar kir ku Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji dil nîne û destnîşan kir ku gelê Kurd bi xurtkirina dînamîkên xwe, dikare bigihêje azadiyê. Tore anî ziman ku di vê pêvajoyê de Ocalan bi ser ketiye û AKP û Erdogan jî wenda kirine. Tore, pêvajoya çareseriyê û bûyerên li Tirkiyê diqewimin ji ANF'ê re nirxand.

Hûn Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ji dil dibînin an na?

Ez Recep Tayyip Erdogan di ti mijarê de ji dil nabînim. Di pirsgirêka Kurd de jî ne ji dil e. Bi dîtina min, ti plan û niyeta wî ya çareseriyê tineye. Plana çareseriyê ya pirsgirêka Kurd di destê Kurdan û Apo de ye. Ji xwe di çarçoveya plana wî amade kiriye de, pêşketin rû didin.

KURD WÊ XWESTEKÊN XWE BISTÎNE, ERDOGAN NEXWAZE JÎ...

Çima?

Dînamîkên gelê Kurd wê pêşî nêzîkatiya xetimandinê ya Erdogan bigirin. Ji ber ku hêzeke ciddî heye. Hêzeke mirovan heye. Tevahiya kolanên Kurdistanê di destê wî gelî de ye. Meclîsên herêmî, muxtarî û saziyên din, di destê gel de ye. Kurd bi awayekî rêxistinbûyî û zane, xwe organîze dike. Kes nikare tiştekî bîne serê vî gelî. Mîna pola ye. Kurd çi bixwaze, wê bi dest bixe. Erdogan nexwaze jî. Beriya deh salan tiştekî Kurdan tinebû. Lê gava mirov li îro dinêrin, gelek tiştêk hatine qezençkirin hene. Divê ev bê dîtin. Ji niha û pê ve jî wê Kurd daxwazên xwe bi dest bixe.

LI AKTORÊN LI CÎHANÊ YEKA NÛ ZÊDE BÛ

Ji bo Kurdan avantaj û dezavantajên pêvajoyê çine?

Hem li konjoktura herêmê hem jî li ya cîhanê, rewşa Kurdan gihaşt asteke bilind a gerdûnî. Bi rewşa Sûriyê re ev yek girîngtir bû. Ji ber vê yekê, mûxatabê îro yê pirsgirêka Kurd ne bi tenê dewleta Tirk e. Em dikarin bêjin ku li aktorên li Rojhilata Navîn û Cîhanê, yeka din zêde bûye. Ev yek bala Emerîka, Rûsya û Çînê jî dikşîne. Niha mifteya çareseriya Sûriyê û hêza bi aram Kurd e, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye, ku yekparbûna Sûriyê diparêze û xwedî pespektîfeke çareseriya pirsgirêkên xwe ye. Ev gelekî baldar e. Duh ev tevger tinebû. Kesî pêş nedidît ku tevgereke bi vî rengî wê derkeve holê. Gava ji nişka ve derket, dewleta Tirk matmayî ma. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka matmayî ma. Gelek welatan, piştî PYD'ê rexne li polîtîkayên Sûriyê girtin. Polîtîka Tirkiyê ya li ser Sûriyê têk çû, polîtîkaya derve têk çû. Bi berxwedana Parka Gezî re têkiliyên bi DEY û YE re xera bû. Ji ber vê yekê, aktorên berê ketin nava lêgerînên nû. Di lêgerîna nû de jî hêza ku bala herkesî dikşîne Kurd e. Bi dîtina min divê di dema nû de têkoşîna bê çek, bi rêbazên demokratîk bikevin dewrê. Ev yek wê feydeyeke mezintir li azadiya Kurdan bike.

HEBÛNA JINAN LI HER QADA TÊKOŞÎNÊ, ŞANSEKE

Kurd, gelekî polîtîze bûye ye. Ne tenê kadroyên wê yên rêveber, tevahiya gel polîtîze bûye. Zarok, ciwan, jin bi awayekî polîtîk dadikevin kolanan. Bi taybetî di nava gerîla de, hebûna jinan li nava hemû qadên têkoşînê şanseke mezin e. Ji bo bicihanîna van polîtîkayan, ev agrumanên girîng in. Xwedî bineyatiyekê ye ku dikare bi lez têkeve nava tevgerê. Bi silaveke Birêz Ocalan û bi peyameke Mûrat Karayilan re tevlî berxwedana Gezî bûn. Ev gelekî girîng e. Tevgera azadiyê ya Kurd xwedî taybetmendiyekê ye ku xwe jinûve hildiberîne. Û yek ji aktorên herî mezin ê Rojhilata Navîn e.

OCALAN XWEDÎ PÊŞDÎTINEKE MEZIN E

Ez Apo ji mêj ve nas dikim. Mejiyê wî ne teng e. Di nava ti şert û mercî de xwe ranagire. Her tim tiştekî diafirîne. Carna hin tiştan diafirîne ku mirov dibêjin "ev ji ku derket". Perspektîfa "Bila çek bêdeng bibin, têkoşîna polîtîk bikeve dewrê" pêşdîtineke gelekî mezin bû. Bi rastî jî Ocalan gelekî baş dibîne. Baş dibîne ku di cîhana global de êdî cihê çekan nîne û pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin. Di dema nû de pirsgirêk di çarçoveya polîtîk de bi dîplomasiyê çareser dibe. Eger Kurd berê xwe nede vê, wê wenda bike.

SERHILDANA LICÊ ÇALAKIYEKE MEZIN E

Başe deskevtiyên wê çine?

Deskevtî wê, dê gelekî mezin be. Kurd xwedî kadro û rêveberan e ku dikarin vê bikin. Xwedî wê hêzêne ku gelekî baş dikarinn vê bikin. Divê hêza civakê, hêza girseyê û hêza mejî bibin yek. Li gel vê, dîplomasî jî bikeve dewrê û xebatên lobî yên li Ewropayê bi xurtî bên meşandin, wê serketin bê. Divê pêvajoya nû bê tacîdarkirin. Ji ber vê yekê divê em bi gotina "Em çi dixwazin" analîzê bikin. Armanca dema nû gelekî bilind e û li asta gerdûnî ye. Eger li gorî vê armancê kar neyê meşandin, wê wenda bikin. Serhildana Licê girîng e. Girse, civak rabû ser piyan. Gotin, "Qereqolê li gundê me çê nekin". Ev çalakiyeke mezin e, divê were fêmkirin. Li wê derê hevalek şehîd ket, ev wendahiya me bû. Lê nerazîbûna gel a li wir demokratîk e, rewa ye. Helwesteke ku cîhan dikare li ber çavan bigire. Eger ev helwest li her derê belav bû, hingî emê qezenç bikin.

AKP JI VÊ TEVGERÊ DITIRSE?

Bi dîtina min, AKP ji gerîlayên çekdar wêdetir ji hêza girseyî ya li kolanan ditirse. Ma kî dikare ji hêza gel netirse? Kîjan hêz dikare xwe li pêşberî hêza gel rabigire.

BI GEZÎ RE TIRS RABÛ

Berxwedana Parka Gezî wê ji niha û pê ve bandoreke çawa li Tirkiyê bike?

Bi dîtina min deskevtiyeke wê ya herî mezin ew bû, ku tirs ji holê rakir. Rakirina dîwarê tirsê gelekî girîng e. Eger gelê Kurd jî tirs ji nava xwe dernexistibûya, wê ewçend bi ser neketiba. Rakirina tirsê, daketina kolanan e, dayîna têkoşînê ye. Tu dibêjî "Na" û naxwazî. Ev yekê êdî bû rewşek ji rêzê. Çandeke bi vî rengî wê bi ser bikeve. Rêvebirina civakeke bi vî rengî, zehmet e. Bi mejiyê bi vî rengî, zehmete were rêvebirin. Ev yek ji bo Erdogan felaketeke. Ya rast, pêvajoya aştiyê ya Kurd, cih li wî teng kir. Û Apo ev dizanîbû. Ew dibêjin qey wan Apo xapandine, lê ne weha ye. Ji xwe Apo jî ji kesên çûn serdana wî re gotibû; "Kî çawa û çi difikire bila bifikire!" Bi dîtina min jî weha ye. Emê di demeke nêz de bibînin kî hatiye xapandin. Bi tenê hinekî sebir bikin.

Di vê pêvajoyê de Kurd bi ser ketin...

Belê, bêguman. Bi dîtina min tevgera Kurd gelekî bi feyde ji vê pêvajoyê derket. Beriya her tiştî bala cîhanê kişand ser xwe. Sempatiyeke mezin qezenç kir. Vê pêvajoyê bi tevgera Kurd re da qezençkirin, bi AKP'ê re da wendakirin. Bi kurtasî Apo qezenç kir, Erdogan wenda kir. Erdogan wê hînê wenda bike. Eger ji destê Erdogan were, wê hema îro dest bi operasyonan bike. Wê têxe halê xwe yê berê. Lê êdî ketiye rêyeke jêveger nîne. Niha xwe ji nav derxîne.