Tê gotin Omer El Beşîr ji Başûrê Afrîkayê reviya ye

Serokdewletê Sûdanê yê ku ji ber sûcê qirkirinê ji bo li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin tê xwestin were girtin, hat ragihandin ku ji Başûrê Afrîkayê reviya ye.

Serokdewletê Sûdanê yê ku ji ber sûcê qirkirinê ji bo li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin tê xwestin were girtin, hat ragihandin ku ji Başûrê Afrîkayê reviya ye.

Ji ber sûcê qirkirinê yê sala 2004'an ê li Darfûrê, dadgeheke li Pretorîa ya li Başûrê Afrîkayê qedexe kiribû ku Serokdewletê Sûdanê Omer El Beşîr, welêt biterikîne. Piştî vê biryara dadgehê, hat îdîakirin ku di dema civîna bilind a Yekîtiya Afrîkayê de El Beşîr danê êvarê ev welat terikandiye.

Ev îdîa ji aliyê WezÎrê Enformasyonê yê Sûdanê ve li qenala Bloombergê hat kirin. Tevî vê îdîayê jî hin derdor dibêjin ku El Beşîr hînê li Başûrê Afrîkayê ye. Hat ragihandin ku hin endamên çapemeniyê dibêjin El Beşîr hînê li avahiya civîna bilind a Yekîtiya Afrîkayê ye.

Der heqê Omer El Beşîr de, ji ber qirkirina sala 2004'an a li Darfûrê, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî du biryarên girtinê da. Dewletên ku aliyekî peyaman bingehîn a dadgehê ne, xwedî wê berpirsyariyê ne ku bi dadgehê re hevkariyê bikin. Başûrê Afrîkayê jî yek ji welatên aliyê vê dadgehê ye.