Tabûreke nû ya YPG'ê hate avakirin

Tabûreke nû ya YPG'ê hate avakirin

Tabûra Şehîd Malik a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Dirbêsiyê bi  merasîmeke leşkerî hate avakirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Li gundê Şoniya yê Dirbêsiyê bi merasîmeke leşkerî avakirina Tabûra Şehîd Malik ragihand û navenda tabûrê jî vekir. Di merasîma vekirinê de ku li pêşiya navenda tabûrê hate lidar xistin fermandarê YPG'ê Reşîd Cûdî axivî.  Cûdî diyar kir ku YPG'ê hêza netewî ya parastina Rojavayê Kurdistanê ye û soz da ku ew ê li ser rêya şehîdan ji bo parastina desketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê têkoşînê dewam bikin.

Li ser navê malbata Şehîd Malik, Hekem Xelo jî axivî û ji ber ku li gundê wan navenda tabûra Şehîd Malik avakirine sipasiya YPG'ê kir .

Navenda Tabûrê ku bi wêneyên Şehîdên şoreşa azadiyê hatibû xemilandin ji aliyê malbata Şehîd Malik ve hate vekirin.