SZK: Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve

SZK: Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve

Saziya Zimanê Kurdî ( SZK ) bi munasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin ku şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve. SZK’ê 5 xalên bingehîn ku pêwîste hukumeta Sûriyeyê di destûra makezagoniya xwe de bicih bike diyar kir. Di daxuyaniyê de bang li hemu gelê Kurd û bi taybet li jinên Kurd hate kirin ku bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî Cejna Zimanê Kurdî bibin.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) daxuyaniya ku bi munasebata Cejna Zimanê Kurdî dayî diyar dike ku, şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve û wiha dom dike: ‘’Weke Saziya Zimanê Kurdî ya Qada Rojava, di vê pêvajoya dîrokî de  bibaweriya şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi serkeve, cejna Zimanê Kurdî ya sala 2013’an di serî de li Rêberê Azad Rêber APO, Şehîdên Şoreşê, li dayikên Şehîd û Şoreşgeran û li tevahî gelê me yê Rojava bi dilekî germ pîroz dikin. Her wiha bi wateya vê roja pîroz, em tevahî  wêjevanên xwe yên navdar ên weke Ehmedê Xanî , Feqiyê Teyran,Mestûre Kurdistanî, Rewşen Bedirxan, Cîgerxwîn, Celadet Bedirxan û Babatahîrê Orayanî bibîrtînin û vê roja dîrokî li wan jî pîroz  dikin. Her wiha li giştî Kurdîstaniyan, weke  Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirk  vê rojê li wan tevan  jî pîroz dikin.‘’

SZK’ê di daxuyaniya xwe de netewperestiya modernîteya kapîtalîst ji çand û exlaqê civaka polîtîk qutbûyî binav dike û wiha berdewam dike: ‘’Em weke Saziya Zimanê Kurdî, netewperestiya modernîteya kapîtalîst ku rê nade azadiya çanda gelan, yek al, yek netewe û yek ziman ku weke ferza Quranê, li ser gelên azadîxwaz disepîn, weke ferasetek  ku ji çand û exlaqê civaka polîtîk qut bûyî binav dikin û em vê çemkê bi tevahî red dikin. Ji ber ku  netewa herî zêde ji van ramyariyan re hatiye qurbankirin û hîna jî bi awayekî herî hovane tê qurbankirin netewa gelê Kurd e.’’

‘QEDEXEKIRINA ZIMAN NIJADKUJIYE’

Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku, ji hevpeymana Lozanê ve nijadkujiya (jenosîd) çandî li ser gelê Kurd hatiye meşandin û domkir: ‘’Ji hêla giştî mirovên xwedî wijdan ve baş tê zanîn ku, bi hevpeymana Lozanê re dest bi parçekirina Kurd û Kurdistaniyan hatiye kirin. Ji vê dîrokê vê de hêzên navnetewî û cîranên axa Kurd û Kurdistaniyan, mafê tunekirina çand û zimanê dayikê ji xwe re rewa dîtin û dest bi êrîşên qirkirin û pişavtina gelê Kurd kirin. Zimanê dayikê ji hêla hişmendiya nîjadperest a dewleta Tirkiyeyê, Sûrî û Îranê ve hatiye qedexekirin û heta niha jî bi heman hişmendiyê ve li ser gelê me siyasetê dikin. Baş tê zanîn ku, zimanê dayikê  qedexekirin, ev bi serê xwe nijadkujiya (jenosîd) çandî ye.’’

SZK’ê diyar kir ku, sedsala 21’an ji kiryara dervey exlaqê mirovahiyê re şahidiyê dike û wiha tê gotin: ‘’Pir bi êş be jî dîroka sedsala 21’an hîna jî, ji vê kiryara dervey exlaqê mirovahiyê re şahîdiyê dike. Weke tê zanîn jiber van polîtîkayên qirkirin û pişavtinê, gelê Kurd serî li ber van kiryaran netewandiye û di roja îro de jî natewîne. Di her dem û dewranekê de gelê me ji bo mafê xwe yê jiyanî weke çand û ziman xwedî têkoşînek dîrokî bûne. Navê vê têkoşînê jî çanda berxwedanê ye. Lewre jî em weke Saziya Zimanê Kurdî li hember van polîtîkayên perwerdeya dagirkeran dibêjin êdî bes e. Her çiqas hukumeta Sûrî di derbarê polîtîka xwe ya helandinê de li gor berjewendiyê xwe weke Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan nêzîkatiyek nerm dabin ravekirin jî lê ev nebes in. Ya rast eve, hevokên têne ziman  divê ku di destûra makezagonî de were tomar kirin.’’

Herwiha SZK 5 xalên bingehîn ku pêwîste hukumeta Sûriyeyê di makezagona xwe de esas bigre diyar dike. Li ser van hîman, xalên  ku ji hêla hukumeta Sûrî ve bi baldarî werin bingehgirtin evin:

1. Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku rêz ji mafê  gelê Kurd û giştî gelên ku di Sûriyeyê de dijîn re bigere û destên xwe ji  pêş çand û zimanê me vekişîne.

2. Divê ku hukumeta Sûriyeye dest ji polîtîka perwerdeya nîjadperestî berde û bi hişmendiya demokrasiya gelan re xwe nû bike.

3. Divê perwerdeya zimanê Kurdî di destûra makezagonî de were fermîkirin.

4. Divê di dibistanên giştî de waneyên zimanê Kurdî werin bicîh kirin û li gor vê wezareta perwerdeyê sererastiyek nû di bernameyên perwerdeyê de û di rêziknameyên xwe de bidin pêkanîn.

5. Divê ku ji bo pêkanîna perwerdeya çand û zimanê Kurdî  tu astengiyan ji perwerdeya dibistanên Kurdî re dernexînin.

SZK wiha dawî li daxuyaniya xwe tîne: ‘’Ji bo em van mafên xwe yên perwerdeyê bi hêzên serdest bidin pejirandin, li ser van hîmên bingehîn em bang li giştî gelê xwe dikin ku bi tevlîbûneke herî bi hêz ve cejna zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê pêşwazî bikin. Em weke Saziya Zimanê Kurdî bang li jinên azadîxwaz û giştî gelê xwe  dikin ku bi reng û cilên  xwe yê netewî tevlîbûneke herî bi xurt ve, cejna Zimanê Kurdî ya 15’ Gulanê bi şanazî pîroz bikin.’’