Star: Kurd pirsgirêka xwe bi xwe çareser dikin

Star: Kurd pirsgirêka xwe bi xwe çareser dikin

Tevgera Hemwelatiyên Azad û Rêxrawî Jinanî Azadîxwazî Kurdistan RJAK li Başûrê Kurdistanê bajarê Qaladizê semînerek di derbarê pêvajoya ku gelê kurd tê re derbas dibe  li dar xistin. Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanî pakî şehîdan bi taybet ji bo girtiyên Kurd ên siyasî ku 9’ê gulana 2019  hatibûn darveirin hate rawestîn û ev semîner ji aliyê rêveberiya Hemwelatiya Azad û Yeksan Serdar Star ve bi rêve çû.

Serdar Star di semînerê de şehîdên 9’ê gulanê bi bîr anî û got em bejina xwe li ber şehîdên ku canê xwe dane ditewînin, ji ber bi xwîna wan em gihan van rojan û bal kişand ser girîngiya vê pêvajoyê û rêbazên ku pêwîste gelê kurd ji xwe re di vê merheleyê de bike bingeh û wiha dest nîşan kir û got;

“Di dema ku biryara paşdekişandinê hate girtin demeke ku gelê kurd tevgera azadiyê tiştek ji destê xwe winda nekiriye. Berovajî vê hem Rêber Apo, gelê kurd û tevgera azadiyê di tekoşîna xwe de di asta herî jor de ne. Her wiha ev pêvajo ne tenê ji aliyê rayadar û siyasetmedaran ve bi rêve diçe, ev pêvajoya ku rêberê me dest pêkiriye gel bi xwe jî di navê deye. Ji lewma em dibêjin ev pêvajo bi dawî nebûye, berovajî pêvajoyeke nû dest pê dike.

 Hemû amedekariyên ku hene jî li ser bingehê çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane ye, ne li ser bingehê amekariya şerekî nû ye. Di pêvajoyeke ku gerîla tê de paşde vekişe jî wê ev hêz weke hêzeke parastina kurdistanê bimîne û ev yek nayê wateya ku wê şer bike. Ji ber li hemû cîhanê niha artêş hene lê tenê parastina welatê xwe dikin. Lê dema hemû mafên gelê kurd bi cîh hatin wê demê çek danîn pêkan e. 

Serdar Star her wiha bal kişand ser çar konferansên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatine pêşniyarkirin û çawa di pêşveçûna vê pêvajoyê de wê roleke girîng bileyîze û wiha axaftinên xwe domand; “

Konferansa ku li Amedê pêk were wê bibe wesîleya komkirina hemû hêz, partî û aliyên kurd û bi hev re vê pirsgirêkê di nava xwe de çareser bikin. konferansa duyem ya ku li Enqrê pêk were hîn zêdetir di vê konferansê divê dîtina gelê tirk ji pirsgirêka kurd re were nîqaşkirin û ew neyartiya ku bi salan di nava gelan de heye were çareser kirin, konferansa sisiyan jî konferansa ku li Hewlêrê pêk werê ye ew jî konferansa hewkarî û îhtîmalên heyî nîqaşkirine.  pêwîste di vê konferansê de jî hemû partî, hêz û kesayetên siyasetmedar tê de amedebin û li ser çareseriya pirsgirêka kurd bi dewletên dagirker re nîqaş bikin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Konferansa çaran jî divê li Ewrûpa pêk were ka hêzên Ewrûpa çawa li pirsgirêka kurd temaşr dikin û wê li ser kîj bingehan ev pirsgirêk were çaresrkirin. Rêber APO dixweze ev pêvajo bi tevlêbûna hemû kurdan weke partî, hêz, siyasetmedar û bi tevlêbûna gel ev pirsgirêk çareser bibe û bi rêve biçe. Armanc ji vê yekê ew ku li rojhelata navîn aştiyeke mayînde û bi riyên demoktratîk pêk were.”  

Di semînerê de êdetir li ser pêşveçûna pêvajoya ku bi nameya Ocalan ya ku di Newroza 2013’an de li Amedê hatiye xwendin hate rawestîn û ev name careke din di semînerê de ji beşdarvanên semînerê re hate xwendin. Her wiha hate destnîşankirin ku naveroka vê nameyê di parêznameya pênçemîn de bi kûrahî ji aliyê rêber APO ve hatiye ravekirin.

Her wiha di semînerê de Serdar Star bal kişandin ser konferansa ku di 18’ê meha nîsanê ya ku li bajarê Silêmaniyê pêk hatiye ya ku hişmendî, tez û felesefeya rêberê gelê kurd tê de hatiye nîaqşkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî; “ di demên borî de gelê kurd leşgerê hêzên din bûn, tenê ne lêşgerê xwe bûn, lê di roja îro de em dibînin ku kurd bi hiş, mejî, dil û bi rêbertiya rêberekî kurd têkoşînê bi rêve dibe û ji bo xwe û welatê xwe ber bi azadiyê ve diçe. Û êdî gelê kurd xwedî riya çareseriya pirsgirêka kurd bi xwe ye û rêbazên ku tên bi kar anîn jî kurdî ye, bi hişmendiyeke derveyî xwe tevnagere.”