Soyûz berê xwe da ISS

Maşîna fezayî Soyûz a ji antronotên Amerîkî, Rûs û Japon, ji bo xwe bigihîne Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) ya li dora cîhanê duh bi şev hat şandin.

Maşîna fezayî Soyûz a ji antronotên Amerîkî, Rûs û Japon, ji bo xwe bigihîne Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) ya li dora cîhanê duh bi şev hat şandin.

Astronot Fyodor Yûrşîkîn ê li baregeha Baykonûr a Kazakîstanê wezîfedar e da xuyakirin ku maşîna fezayî Soyûz bi 3 astronotên xwe re bi hewa ketiye. Yûrşîkîn diyar kir ku lansmana maşînê serketî ye û her tişt 'mîna ku hatiye plankirin' bi rê ve  diçe.

Di hundirê maşîna fezayî ya sibe xwe bigihîne ISS de ji Rûsyayê astronot Oleg Kononenko, ji DYA Kjell Lîndgren û ji Japonyayê Kîmîyıa Yûî hene.

Maşîna fezayî wê di meha Gulanê de bihata şandin, lê belê ji ber pirsgirêka teknîkî hatibû taloqkirin.