'Şoreşa Rojava berhema Şîlan Kobanê û hevalên wê ye'

'Şoreşa Rojava berhema Şîlan Kobanê û hevalên wê ye'

Endamên Desteya Serokatiyê ya KCK'ê Avesta û Zagros, endamên Konseya Fermandariya HPG'ê Ozgur û Êrsî, di 9. salvegera şahadeta ya rêvebera PYD'ê Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê yên li Mûsilê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn û gotin, " Eger îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş û destketiyek hebe binesaziya vê, Şîlan Kobanê û hevrêyên wê danîne."

Rêveberiya PYD'ê û endama Desteya Rêveber a KONGRA GEL Meysa Bakîr (Şîlan Kobanê) li gel hevalên xwe Zekerya Îbrahîm (Zekerya Toros), endamê Koordînasyonê yê PYD'ê Hîkmet Tokmak (Fûat) û endamên PYD'ê Heci Cumalî (Ciwan Kobanê) û Nebû Alî (Cemîl Kobanê) dema di ser Başûr re hewl dan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, di 29'ê Mijdara sala 2004'an de li derdora Mûsilê di encama komployekê de hatin qetilkirin.

Di 9. salvegera şahadeta her pênc cangoriyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, hevrêyên wan endamên Desteya Serokatiyê yên KCK'ê Sozdar Avesta û Zaxo Zagros, endamên Konseya Fermandariya HPG'ê Hêzil Ozgur û Rizgar Êrsî, ji ANF'ê re têkoşîna her pênc cangoriyên Kurdistanê nirxandin.

ENDAMA DESTEYA SEROKATIYÊ YA KCK'Ê SOZDAR AVESTA:

Di serî de ez damezrênerên şoreşa Rojava rêheval Şîlan, Cemîl, Fûad, Ciwan û Zekeriya di 9. Salvegera şehadeta wan de bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Bêguman roja şehadeta wan ji bo gelê Kurdistanê, rojeke bi xemgînî bû. ji ber ku ew heval di encama komployeke xayînan de şehîd bûn. Wê demê ez li derveyî welat girtî bûm. Min dema xebara şehadeta wan ji radyoyê bihîst, navê wan ê rast dan, lê min hema hîs kir ku hevala Şîlan e. Bêguman hestên wê demê gelekî cêwaz bûn. Bi taybet ji ber ku min hevala Şîlan û hevalên din nas dikir. Em bi vê nûçeyê gelekî xemgîn bûn. Lê di heman demê de kîn û nefreteke mezin li hemberî xeta xiyanetê û dijminê gelê Kurdistan di me çêbû. Me ew êşa mezin di dilê xwe de veşart ku em bikaribin êşên xwe veguherin berxwedaneke mezin. Ji bo ku em bikaribin çalakiyekî layîqî wan pêk bînin. Ez dixwazim bibêjim ku a niha li Rojavayê kurdistanê şoreşeke azadiyê heye û bi dehan ciwanên kurdistan û milîtanên azadiyê weke endamên YPG û YPJ ji bo azadiyê li ber xwe didin. Ji bo parastina nirxên xwe û mirovahiyê şehîd dibin. Ev şoreş di encama keda rêhevalên weke Şîlan, Cemîl, Fîdan, Dîcle, Îsmaîl, Şervîn û bi sedan hevalên şehîd gihiştiye vê astê. Hevala Şîlan salên dirêj di nava tekoşînê de cihê xwe girt. Li çiyayên Kurdistanê ji Botanê heya Zagrosan dîsa ji Başûr heya Rojavayê Kurdistanê, li her derên kurdistanê ji bo azadiya gelê kurdistanê tekoşîn da. Hevala Şîlan hevaleke pêşeng bû. bi nirxên azdiyê ve girêdayî bû. Zanista jin, zanista azadiyê, zanista felsefeya jiyana azad pê re di asta herî jor de hebû. Ji bo wê jî li hemberî şaşiyan û kesên komploger û dijberên xeta Apoyî xwedî helwest bû. Sekna wê sekneke bi zanistî bû. Ji ber van taybetmendiyan bû ku ew û rêhevalên wê yên bi pêre bûne hedefa hêzên komploger. Tevgera Apoyî li hember komployê xwedî helweste. Hêj di destpêka derketina vê tevgerê ango dema şehadeta rêheval Heqî Qerar û heta şehadeta rêhevalên weke Sakîne Cansiz û Şîlan, ev tevger herdem bûye hedefa hêzên komploger. Hevalên ku Rêber APO fêm dikirin, hezkirina gel di dilê wan de zêde bû, hevalên ku lêgerên wan yê azadiyê xurt bû, hevalên ku hemû jiyana xwe di vê rêkê de feda kiribûn, xwestin layîq bibin û vê xetê  jiyanî bikin, bûne hedef. Wan li Rojava pêşengtiya  şoreşê kirin. Wan bingeh û hîmê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) avêtin. Ji bo wê jî em dibînin ku ev partî roja me ya îro li hemberî komplogeran û kesên noker ku dixwestin xeta siyasî ya bi exlaq û polîtîk a Rêber APO tine bikin, sekiniye. Ew partiya ku bi xwîna van hevalan ava bûye, îro rêveberiya xweser a demî ava kirine. Ev jî bersiva herî mezin ji vê komployê re bû. Komplo bi vî rengî vala derketiye. Ew heval vala vala şehîd nebûn, bûne nirxê mirovahiyê, bûne nirxê gelê Kurdistanê û bûne pêşengê tekoşîna azadiyê. Îro li ser xeta wan rêhevalên weke Dilovan, Çekjîn, Silav û Ronahî tekoşîna xwe didomînin. Bi vê munasibetê ez careke din van têkoşeran bi bîr tînim û ez dibêjim şehadeta wan ronahiye ji bo tekoşîn û berxwedana gelê Kurdistan. Soza me ya bi wan re avakirina pergala demokratîk û jiyana azad  li Rojavayê Kurdistanê ye. Em vê şoreşê li wan pîroz dikin. Û em dibêjin azadî di pêşengtiya wan de ya gelê Kurdistanê ye. 

ENDAMA DESTEYA SEROKATIYÊ YA KCK'Ê ZAXO ZAGROS:

Di serî de ez rêheval Şîlan, Zekeriya, Cemîl, Ciwan û Foad û  di kesayeta wan de hemû şehîdên şoreşa Rojava bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Ger ku îro li Rojava şoreş û destkeftiyek heye, binesaziya wê ev heval in. Ji bo wê jî em li hember ked û tekoşîna wan minetdarin. Konsepta heyî ya ku roja îro li ser Rojava dimeşe dide diyar kirin ku ev komplo û konsept ne ji niha ve ye. Bi salane ji bo ku gelê me yê Rojava negihêje wê astê ku bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe, îrada xwe derbixîne û bikaribe çarenûsa xwe diyar bike, hertim hêzên dagirker û komploger, dîsa kurdên noker ên ku bi wan ve girêdayî ne, di wê hewildanê de bûn ku rê nedin pêşketineke bi vî awayî. Ji bo wê jî ev heval ketin hedefa wan. Armanca wan a bingehîn ew bû ku şoreşa Rojava hêj çênebûye, serê wê bigirin û bifetisînin. Di rewşeke mirî de bihêlin. Dema ku ev êrîşa li ser wan hevalan çêbû, ew dem bû ku gelek plan li ser tevgera me hebûn. Ji bo ku felsefeya jiyana azad a Rêber APO lawaz bikin, teslîm bigirin û entegreyî pergala modernîteya kapîtalîst bikin, ev êrîş li hember wan hevalan çêbû. Ev heval di helwestên xwe de gelekî zelal bûn. Hem di hevaltî û fikrê azad de û hem jî di girêdana xwe ya bi gel û nirxê şoreşê de li pêş bûn û ev yek jî bi caran dabûne nîşan dan. Di kesayeta wan de pîvanên milîtanî gelekî li pêş bû û bi pratîka xwe jî roj bi roj ev yek îsbat dikirin. Ji bo wê jî rastî êrîşa hêzên tarî ango hêzên navdewletî û kurdên noker û xayîn hatin. Şoreş û ragihandina rêveberiya xweser a demî da diyar kirin ku ev plan bi ser neketin. Ev plana wan ku dixwestin çavê gel bitirsînin, kesên welatparêz çavtirsî bibin û gav paşde bavêjin, bi ser neket. Berevajî ev her 5 heval bi ser ketin. Îro bi hezaran rêhevalên wan çêbûn. Artêşek ava bûye. Ji bo girêdana bi bîranîna hevala Şîlan re Yêkîtiya Star bi hêz bûye, li her derê rêxistina xwe ava kiriye. Li kêleka wan YPJ, yekîneyên parastina jin ava bûye. Dîsa YPG ava bûye. Îro fikir û ramanên heval Şîlan û rêhevalên wê weke pergalekî xwe bi rêxistin dike. bi taybet li ser bingehê demokrasî û vîna gel. Ez dikarim bibêjim ku bi rasthatina vê salvegerê careke din îsbat bû ku fikirê azad û kurdê azad li Rojava bi felsefeya Rêber APO re her roja ku derbas dibe, pêş dikeve. û hesret û xwestekên wan hevalan her roj pêk tê. Wê di rojên pêş de berhem û keda ku wan hevalan daye, zêdetir derkeve holê. Di dawî de careke din li hember wan hevalan em soza xwe ya tekoşînê nû dikin û dibêjin ku em heta niha xwedî li xwestek û hesretên wan derketine, gelê kurd û rêhevalên wan dikarin û di wê hêzê de ne(qadirin) ku van hesretan bigihênin serkeftinê. 

ENDAMÊ KONSEYA FERMANDARIYA HPG'Ê RIZGAR ÊRSÎ:

9. salvegera şehadeta rêheval Şîlan û her çar hevalên ku bi wê re şehîd bûn, bi bîr tînim û ji bo ku armanca wan bigihêje serkeftinê soza xwe dubare dikim. Weke tê zanîn Rêber APO di encama bêbexetiyeke navdewletî de hate girtin. Li peyê re gelek kesan xwestin ku tevgera me di hundir ji derve ve tefsiye bikin ji bo wê jî di her alî de êrîşî tevgera me kirin. Gelek kadroyên  tevgerê ji bo ku vê komployê têk bibin, bi şêwazeke fedayiyane tekoşîneke xurt meşandin ku yek ji wan hevalan jî hevalê Zekeriya bû. Heval Zekeriya di sala 1996’an de ji Rojavayê Kurdistanê tevlî tevgera azadiyê bû. Piranî li Botanê tevlî şer bû. Piştî Serok hate girtin xwest ku weke fedayiyekî di Hêzên Taybet de cihê xwe bigire. Ji bo ku bi vî awayî li hember vê komployê bisekine. Li wir perwerde dît. Piştre tevlî xebatên li Rojavayê Kurdistanê bû. Ew û heval Şîlan wan xwestin li Rojava xebat bimeşînin. Wê demê di nav rêxistinê de tefsiye hebû. Dema ku xwestin li ser Başûr re derbasî Rojava bibin, di encama komployekî de hatin qetil kirin. Bêguman di dîroka tekoşîna me de bûyerên bi vî rengî gelekî rû dane. Çawa Hevalê Hakî Karer di destpêka PKK de şehîd bû, xwestin ku bi şehîd kirina van hevalan pêşî li destpêkirina kar û xebatan li Rojava jî bigirin. Heman şêwaz bi awayekî bêbextane li hemberî kadroyên pêşeng çêbû. Di nav van hevalan de Hevalê Zekeriya jî hebû. Min ew heval dema paşvekişandina sala 1999’an li qada Hefanînê dît. Dema min cara destpêkê dît, taybetmendiya wî ya herî balkêş ew bû ku gelekî xwezayî bû. bi herkesî re bi hêsanî dida û distand.  Bi moral bû. Di hevalê Zekeriya de taybetmendiyên hunermendîtiyê gelekî li pêş bûn. Tê bîra min di moralekî de roxmî ku bi fermî di nava komên şano û sikêçan de cihê xwe nedigirt, ji nişkave ji nav hevalan derket û bi serê xwe ji me re berhemek pêşkêş kir. Bêguman me hemû hevalan ji vê yekê gelekî moral girt. Fermandareke rastîn bû. Têkîliyên wî bi hevalan re gelekî baş bû. Di hemû karan de li pêş bû. 24 demjimêran bêrawestan kar dikir. Ji bo wê jî di dilê hemû hevalan de cihê xwe çêkiribû. Li kîjan yekîne yan jî herêmê ba diyar bû. Bi sekn û tevlîbûna xwe gelekî mutevazî û dilnizim bû. Ez ne bawerim rojekî hevalek gazinc jê kiribe. Herkesî dixwest ku herdem li gel wî be. Weke mînak dema li Heftanînê bû hemû hevalên yekîneyan dixwestin ku heval Zekeriya li cem wan bimîne. Ji xwe di rêvebertiyê de cih digirt. Ji sala 1996’an heta dema paşvekişandinê tevlî şer bibû. Di gelek cihên zehmet de mabû û pir erkên cêwaz girtibû ser milê xwe. Vê pêvajoya şer qet li ser wî bandoreke neyênî nekir. Dema Serok hate girtin, soza wî ew bû ku ji dijmin toleke dîrokî bigire. Soza wî tenê ev bû. Gelekî fedakar bû. Ew jî bi xwezayî. Ji her kesî re mînak bû. Ev taybetmendî di wî de mayînde bû. Ji bo wê jî hemû hevalan ew ji xwe re mînak digirtin. Em demekî li gel hev man. Rojekî nedisekinî. Tekoşerek bû ku nedizanî rawestan çiye. Dema tiştek şaş heba, rexne dikir û bi uslûbeke guncav ew ji derdorên xwe re radigihand. Her kesî ew dipejirand. Ji van nêzîkatiyên wî diyar bû ku dikare pêşengtiya şoreşê bike. Dema ku kadro ji bo Rojava hatin hilbijartin yek ji wan jî ew bû. Hevaleke welêye ku pêwîste mirov herdem wî bi rêzdarî bi bîr bîne. Pêwîste em xwedî li xwestek û daxwazên wî derbikevin û em nehêlin ala tekoşîna wî nizim bibe. Di roja îro şoreşa Rojava li ser ked û tekoşîna van hevalan pêş ketiye. Em bawerin ku ev şoreş bi xwestek û daxwaziyên hevalên şehîd weke heval Zekeriya û hevala Şîlan û hemû şehîdên şoreşê bilind û her ku diçe mezin dibe. Hêvî û baweriya min jî eve. Bi fikir, bîrdozî, raman û felsefeya xwe ji bo me bûn pêşeng û fermandar. Heta ku em hebin jî emê li ser şopa wan bimeşin. Ez careke din van hevalan bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. 

ENDAMA KONSEYA FERMANDARIYA HPG'Ê HÊZIL OZGUR:

Min di demekî gelekî zehmet de hevala Şîlan nas kir. Berê jî me hevûdû dinasî lê weke tê zanîn di sala 2004’an de rêxistin di demeke herî zehmet de derbas dibû. Bi taybet pêvajoya tesfiyegeriya ku bandor li ser hemû parçeyan kiribû. Hesabên gelek cuda li ser Rojava hebû, ji ber ku weke qadeke Rêbertî dihate nas kirin. Tasfiyegeran dest avêtibûn vê qadê. Pêwîstî bi helwestekî  li hemberî van hebû. Pêwîstî bi kadroyên têkoşer hebû ku bikaribin li hemberî pêlên tesfiyê tekoşîneke rast bimeşînin û nirxên partiyê biparêzin. Ji bo wê jî hevala Şîlan weke rêveberî derbasî vê qadê bû. Cara yekemîn derbasî xebatên Rojava dibû. Ya rast hevala Şîlan li hemberî xeta xiyanetê bû mertalek. Xwest nirxên ku bi salane Rêbertî li Rojavayê Kurdistanê ava kiribû û bi sedan malbatên şehîdan û welatparêzan li hemberî tesfiyegeran biparêze. Sekna wê gelekî xurt bû û tekoşîneke bêhempa meşand. Ji bo wê jî hem bû hedefa dewleta Sûrî û hem jî bû hedefa kesên xiyanetkar. Wan heval Şîlan li pêşiya armancên xwe weke astengekî didîtin. Yek ji hevalên ku li kêleka heval Şîlan cihê xwe girt, hevalê Foad bû. di xebatên rêveberiyê de bi hevre û li kêleka hev tekoşîneke dijwar dimeşandin. Ji bo wê jî dewletê dixwest ku wan herdûyan ji holê rake. Li ser wan hesab û leyîstok hebû. Dewletê herdem ew dişopand. Nedixwestin li Rojava xebatekî bimeşînin. Ji ber ku hevala Şîlan di dîroka tekoşîna me de xwedî roleke girîng bû. li gel Rêbertî mabû û çand û felsefeya Rêbertî ji xwe re esas digirt. Xwedî pîvanên jiyanê bû. Her wiha xwedî roleke girîng bû di avakirina artêşa jinê de. Gelek zorî û zehmetiyan de derbas bibû. Kedeke wê ya mezin hebû. Di temenekî biçûk de beşdar bibû ji bo wê jî bi keda xwe fêrî felsefeya Rêbertî bibû. Dewlet û  kesên tesfiyeger ev yek baş dizanîbûn. Li hember wan jî wê hevala Şîlan rê neda siyasetên kirêt ê dewlet û hêzên cuda. Wê nehişt kes bi xeta Rêbertî re bilîze. Ji bo ku ev leyîstok vala derbikevin, bi rastî jî xwe feda kir. Hemû xetere û tehlûkeyên heyî da ber çavên xwe. Beden û ruheke wê hebû, ew jî danî holê, feda kir. Ji bo wê jî di Rojava de weke toveke nû bişkivî bû. Gel piştî şehadeta van 5 hevalan bi ser xwe de hat. Kesên ku dixwestin parçebûnê di nava gel de çêbikin û dek û dolaban bigerînin, dîtin ku PKK xilas nebûye. Rûhê PKK di kesayeta rêhevalên weke Şîlan, Foad, Cemîl, Ciwan û Zekeriya de zindî bû. Û gel careke din li derdora rêxistinê kom bû. di gel de hişyariyek çêbû. Herçend weke rêveberiyekî derbasî Rojava bû lê çawa gihişte wir hema beriya her tiştî got ku pêwîste em di serî de ji gel destpê bikin. pêwîste em hema bi lez civînên gel çêbikin. Beriya wê kesên xayîn jî li wir hebûn, lê wan qet rojekî civîn ji gel re çênekririn û gel dora xwe necivandin û bi wan re nîqaş nekirin. Ew rêveberî herdem li jor dima. Lê heval Şîlan ev rêbaz nemeşand û ji kadro zêdetir bi gel re eleqedar dibû. Ji ber ku di wê pêvajoyê de qezenckirina gel serxistina xeta Rêbertî bû. Bi xwe diçû û tevlî gelek civînên gel dibû. Heta kesên xayîn dixwestin wê bidine girtin. Lê ti caran gav paşde neavêt. Digot; pêwîste em vê pêvajoyê bi gel bidin fêmkirin ku ev ne PKK'yî ne. PKK bi rûhê xwe, xwe diparêze. Û Rêbertî hêjî Rêberê vê partiyê ye. Weke kadroyekî bê rawestan tevlî kar bû. rojekî jî negot ku dewlet li peyê mine û ezê bême girtin. Di hemû waran de tevlî bû. demeke kurt bi qasî 5-6 mehan li wir ma lê di vê dema kurt de gelekî ji hêla gel ve hate hezkirin. Cihê wê di nav gel de pir cêwaz bû. Herkesî behsa wê dikir. Dema şehîd bû, gel pir bandor bûn. Em wê demê bi hev re bûn. Dema ez wê demê li wir hatim girtin, dewlet li xwe mukûr hat ku ger heval Şîlan û Foad bigirin, êdî dikarin bi hêsanî tevgera li Rojava ji holê rabikin. Dewletê ew weke astengiyekî li pêşiya xwe didît û ji wê bû ku  herdem li peyê wan bû. Gelek plan li ser wan hebû. ez di zîndanê de bûm û agahiya wan ji tiştekî nebû. Lê dema ku ez li zîndanê derketim, min xebera şehadeta wan bihîst. Li Rojava jî çend caran xwestin ku êrîşî wan bikin. Lê hevala Şîlan gelekî hişyar bû. Xeterî û tehlûkeyên li derdora xwe his dikir û bi vî awayî planên li ser xwe vala derdixist. Dijmin dixwest wê qadê ji herdû hevalan re bike zîndan. Di malan de hepis bibin û nekevin nav gel û bi wan re civînan çênekin. Ji xwe piştî wê êdî ew heval derbasî vir bûn. Lê hêjî planên li ser wan di meriyetê de bû. Dema li bajarê Mûsilê bûn, ev plana xwe ya qirêj pêk anîn. Wan hevalan di roja 27’ mijdarê de li ser sînor ji gel re nameyên pîrozbahiyê dişandin. Di nameyên xwe de gotibûn ku em cejna we pîroz dikin û pêwîste hûn vî ruhî biparêzin. Dema ku ez ji hepsê derketim û çûme wan malan, herkesî nameyên heval Şîlan wan ji me re dixwendin. Li milê din ê sînor ango li Mûsilê ji gel re bi rêka telefonan mesaj dişand û sersela partiyê li wan pîroz kiriye. Gel pir moral girtibû. Ji xwe du roj piştî salvegera damezrandina partiyê şehîd bûn. Hevala Şîlan xwe berpirsyar didît, ji bo wê jî nedigot ku em li vî milî sînor û em nikarin bigihêjin gel. Ti caran nekete helwesteke bi vî rengî û xwe paşde neda. Dixwest cara dawî li ser sînor bi gel re têkîlî çêbike û bi wan re biaxive. Dema ku ev erkê xwe pêk dihanî, gihişte şehadetê. Heval Şîlan fermandareke me bû. Di hest, felsefe û bîrdoziya jinê de xwe kûr kiribû. Her wiha di bîrdoziya Rêber APO de şareza bû. Bi hevalên şehîd re gelekî girêdayî bû. weke milîtan û şoreşgerekî erkên xwe pêk anî û wusa jî tevlî xebatan bû. xwest tim û dayım bi vî rengî jî tevlî bibe. Ji roja destpêkê û heta ku şehîd bû bi vê berpirsyartiyê tevgeriya. Ev berpirsyartiya dîrokî danîbû ser milê xwe. Hevala Şîlan weke jineke li Rojavayê Kurdistanê ji bo me hemiyan bû mînak. Di pîvanên xwe yên jiyanê de, di hevaltiya xwe de, di hezkirin û dilnizimtiya xwe de mînakek bû. Ev sekna wê bandor li ser kesên ku wê demê dudul jî bûn, kir û li derdora heval kom bûn. 

Mirov dikare hevalê Foad jî weke zarokekî Rojavayê Kurdistanê bibîne, ji ber ku bi salan li vir ked dabû. Di sala 1993’an de dema ku birîndar dibe, derbasî wir dibe. Dibe ku carnan ji wir dûr ket lê careke din zivirî û li wir dest bi kar û xebatan kir. Li gel Rêbertî mabû, Rêbertî jî gelekî bi hevalê Foad bawer dikir. Pir nêzî jinê bû û jin fêm dikir.  Sekna hevala Şîlan ji bo wî pişgîrî û dilgermiyek bû. bi hevre li hemberî xeta xiyanetê sekinîn û tekoşîn kirin. Dema ku şehîd bû gelek malbatên ku ew nas dikirin digotin; xweziya kurê me şehîd bibûya û hevalê Foad şehîd neba. Şehadeta wan di dilê gelê Rojava de valatiyek çêkir. Heta roja îro jî gel bîranînek ji wan li cem xwe hiştine û diparêzin. Weke diyarî li gel xwe hiştine û her cara ku lê mêze dikin, wan hevalan bi bîr tînin. Di dîroka tekoşîna me de jî xwedî cihekî taybetin. Di salvegera damezrandin PKK de em wan bi bîr tînin. Keda wan em heta roja îro anîn. Bi qehremantî xwe feda kirin ji bo parastina bîrdoziya Rêber APO. Em careke din wan bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ku emê xwedî li hemû şehîdan derbikevin.Em soza xwe di kesayeta her 5 hevalan de ji bo hemû şehîdan nû dikin û dilopek xwîna me hebe, emê li ser şopa wan bimeşin.