Siyasetmedarên kurd zilma dewletê vegotin

Siyasetmedarên kurd zilma dewletê vegotin

Rêveberê DTP’a ku hat girtin Ercan Sezgîn di doza qirkirina siyasî de axivî û bal kaşand li ser pêvajoya 2009’an heta 2013’an û destnîşan kir ku, di wê pêvajoyê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku, îdianameyên ku hatine amade kirin bûne sedema rijandin xwînê.

Bi sedan siyasetmedarên Kurd yên ku 98 ji wan girtî 175 kes ku ji hêla 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ve di bin navê “KCK’ê” de doz li wan hatibû vekirin duh doza wan berdewam kir. Di rûniştinê de Parlamentera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Hatîp Dîcle û Gerînendayê Giştî yê rojnameya me Azadiya Welat yê berê Tayîp Temel jî di nav de bi giştî 30 ji wan girtî û 2 bê girtî 32 kes bi parêzerên xwe re amede bûn.

Di rûniştinê de îqameya delîlên rêveberê DTP’a hat girtin Ercan Sezgîn hat xandin. Sezgîn beriya îdiayên derbarê wî de bên xwendin diyar kir ku, ew dixwaze gelek tiştan bêje, di dema xwest bi riya werger biaxive, heyeta dadgehê mudaxaleyê axaftina Sezgîn kir û diyar kir ku, heta îqameya delîlan neyê xwendin ew destûrê nade Sezgîn biaxive.

Ji ber mudaxaleya heyetê jî Sezgîn axaftina xwe berdewam kir û ev tişt got: “Di dosyayê de du heb Ercan Sezgînên cûda hene û du belgeyên cûda hene. Di îqameya delîlên ku di îdianameyê de cih digire di destpêkê de Ercan Sezgînê cûda heye, lê piştî hevdîtina di telefonê de navê Ercan derbas nabe. kîjan Ercan e ne diyare. Ercan Sezgînê di dosyayê de ji endamiya PKK’ê 12 sal 6 meh ceza girtiye, lê cezayekî ku min bi vî şeklî girtiye tune.”

Sezgîn destnîşan kir ku, Ercan Sezgînê ku navê wî di îdianameyê de derbaz dibe ne ewe û ev wiha axivî: “Ev îdianame, îdianameyeke ku li ser derewan hatiye amadekirine. Heke ew kesê ku navê wî destpêkê di îdianameyê de derbaz dibe, hûn di darezînin, wê demê ev çar sale çi karê min li vir heye?”

Sezgîn diyar kir ku di îdianame dibe sedema xwîn rijandinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger ku ne ji vê îdianameyê ba wê pêvajoya ku di 21 Adarê de hatiye despêkirin dê di 13 nîsana 2009’an de bi hata destpêkirin. Operasyonên ku dibin navê ‘KCK’ê de hatine ji bo ku aştî û demokrasiya ku li Tirkiyeyê pêk bê hatiye provokekirin. Ji ber ku dinavbera sala 2009 û 2013’an de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane ev îdianame bûye îdianameya xwîn rijandinê.

Piştî axaftina Sezgîn doz bi xwendina îdianameya derbarê Sezgîn de berdewam kir. Sezgîn îdianameyê red kir û bersiva pirsên heyeta dadgehê neda. Di berdewama îdianameyê de heyeta dadgehê biryar da ku parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di îdianameyê de wekî sûc hat dîtin.

Parezerê Sezgîn Resul Teymûr da zanîn ku, muvekîlê wî damezîrênerê BDP’ê ye û çalakiyên ku tevlîbûye legale. Teymûr anî ziman ku, li ser beyanên ‘Şahidên nepen’ defter û dokomanên ku aydê Sezgîne ne raste û daxwaza ku Sezgîn tehliye be kir.