Sirgûn têrê nekir, 7 gardiyanan lê dan
Sirgûn têrê nekir, 7 gardiyanan lê dan
Sirgûn têrê nekir, 7 gardiyanan lê dan
Abdûlkadîr Bozkûrt yek ji 38 girtiyên siyasî yên ji girtîgeha Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê hat kirin û rastî îşkenceya lêgerîna tazî hat. Derket holê, hikumxwarê ji doza PKK'ê Bozkûrt ê 20 salî hatiye tazîkirin û 7 gardiyanan serê wî li dîwêr dane û ew xistine rewşeke xerab.
Îbrahîm Bozkûrt ê 25'ê Mijdarê roja Duşemê çû serdana birayê xwe Abdulkadîr diyar kir, ku ser çav û rûyê birayê wî reşûşîn bûye û werimiye. Îbrahîm Bozkûrt anî ziman ku dûrxistina ji malbat û sirgûnkirin têrê nekiriye di ser re gardiyanan li birayê wî dane û got, "Gava birayê min got li min dane, xwîn ji dilê min herikî. Ev girtî bêxwedî nînin, bila her kes vê zanibe. Bila nebin sedem ku em bi awayên din bersivê bidin."
SERÊ WÎ LI DÎWÊR XISTIN Û PIHÎN LI MADÊ WÎ XISTIN
Îbrahîm Bozkûrt îşkenceya li sirgûnê ya li birayê wî hat kirin wiha anî ziman: "Ji nava 40-50 mehkûmên bi lez û bez anîn Girtîgeha Hejmara 2. a Tekîrdagê, tevî birayê min 5 girtî bi taybetî hilbijartine. Ev her pênc girtî ji girtiyên din cihê dikin, wan yek bi yek li odeyan bicih dikin û ferman didin wan ku xwe tazî bikin. Ji ber ku birayê min ev pêkanîna rûmeta mirovan binpê dike qebûl nekir, 7 gardiyanan êrîşî birayê min kirin. Serê wî li dîwêr dane û pihîn li madê wî xistine."
DU CARAN MEXDÛR BÛNE
Bozkûrt ragihand ku weke malbat ew di vî warî de gelekî bi fikarin û got, "Ji aliyekî ve behsa edalet û demokrasiyê tê kirin, lê li aliyê din 7 gardiyanên nîjadperest lêdaneke ewçend dijwar li birayê min dikin. Gelo cihê vê di mirovahiyê de heye? Weke malbat me teşwîq dikin ku em jî bersivê bidinê. Ezê bi vî rengî çav li binpêkirina birayê xwe negirim." Bozkûrt diyar kir ku bi vî rengî ne tenê girtî malbat jî tên mexdûrkirin û got, "Em li Rihayê dimînin. Dema birayê min li girtîgeha Mêrdînê bû em dikarîbûn her hefte biçin serdana wî, lê piştî ku hat sirgûnkirin, gelo em çawa dikarin her hefte werin? Ev yek, cezakirineke bi du alî ye."
Birayê min nexweşekî giran ê bronşît û astimê ye. Li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, ji girtiyên nexweşên diyabetê jî bi zanebûn xwarinên gelekî bi rûn tê dayîn û zilm li wan tê kirin. Lewma em bi fikarin ku rewşa birayê min wê li vê girtîgehê girantir bibe.
Azar û neheqiya Abdulkadîr Bozkûrt a di 20 saliya xwe de dijî, bi vê ve sînorkirî nîne. Neheqiya ji polîsan heta dadgeriyê ya li Bozkûrt hat kirin, ku di 17 saliya xwe de hat girtin, şêweya cezakirina ciwanên Kurd radixe pêş çavan.
POLÎS BI ZEXT Û ZORÊ ÎFADE DA ÎMZEKIRIN
Xwendekarê dibistana navîn Abdulkadîr Bozkûrt di Adara 2011'an hingîn 17 salî bû, li Taxa Eyyubiye Îmam Keskîn a Rihayê ku mala wan li wir e, dema bi du hevalên xwe re digeriya wesayîteke polîsan derket pêşiya wan û ew bi lez û bez girtin binçavan. Di dema lêpirsîna li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Rihayê de, saet di 24:00 ê şevê de bi awayekî matmayî bihîstin ku îdîaya çalakiya bi molotofan a li avahiya SODES a Eyyubî li wan tê kirin. Her çend anî ziman ku ti eleqeya wan bi çalakiya mijara gotinê nîne jî, bi zext û zora polîsan neçar man îfadeya danîn pêşiya wan îmze bikin. Dadgeriya Lêpirsînê jî bi îdîaya "Her çend ne endamê rêxistina PKK'ê be jî li ser navê rêxistinê sûç kirine" û "bê destûr teqemenî li gel xwe hilanîne" ew girt.
DADGERIYÊ DÎSA CEZA BARAND
Hikmê ku der heqê Bozkûrt de hatibû dayîn û ji Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê sirgûnê girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat kirin, ji ber ku li ser sûcê mijara gotinê ti delîl nehat peydakirin, 9. Daîreya Dadgeha Bilind betal kir. Bozkûrt ku darizandina wî dewam dike, beriya derkeve rûniştina dawî ya 28'ê Mijdara 2013'an a li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, di 13'ê Mijdarê de bi lez û bez ew sirgûnî girtîgeha tîpa F ya Tekîrdagê hat kirin. Ji ber vê sirgûnê, bi rêya telekonferansê beşdarî doza xwe ya li Amedê bû. Di dema rûniştinê de her çend diyar kir ku ew bi zorê hatiye sirgûnkirin û dixwaze derkeve pêşberî dadgehê û parastina xwe bike jî, ev daxwaza wî red kir. Di ser re dadgehê bi sedema "beşdarî bûyerên ji bo parçekirina beşek ji axa welêt û avakirina dewleteke serbixwe ya li vê derê bûye" destpêkê cezayê girtîgehê yê bêdawî yê girankirî, dûre jî cezayê 13 sal û 4 mehan ê girtîgehê hat dayîn.