Şîlan Kobanê û hevalên wê li Rojava tên bîranîn

Şîlan Kobanê û hevalên wê li Rojava tên bîranîn

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîtiya Star li Qamişlo, Şam, Til Temir, Dêrik û Kobanê Rêvebera PYD'ê Şîlan Kobanê û hevalên wê Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya ku di sala 2004'an de li Mûsilê di kemînekê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.

QAMIŞLO

Rêxistina PYD'ê a Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî ku nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de merasîm lidar xistin. Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Emîne Osê axivî û bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Şîlan Kobanê û hevalên wê. Osê destnîşan kir ku Şîlan Kobanê ji tekoşerên jin ên pêşeng ku li Rojava ji bo azadiya gelê kurd tekoşiya û bû rêveberên pêşeng a damezirandina PYD'ê.

Di merasîmê de Koma Botan jî stranên xwe yên li ser şehîdan pêşkêş kirin. Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

ŞAM

Rêxistina Yekîtiya Star a Paytexta Sûriyê Şamê bi tevlîbûna dehan jinan li navenda Çand  û Hunerê ya Osman Sebrî civîn lidar xistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama yekîtiya Star Şervîn Cûdî axivî û bal kişand ser berxwedana Şîlan Kobanê û hevalên wê. Şervîn Cûdî destnîşan kir ku şoreşa îro li Rojava berhemên berxwedana Şîlan û hevalên wê ne û ev tiş gotin:" Şîlan û hevalên xwe li dijî destê îxanetê derket û planên wan vala derxistin. "

Piştî axaftinê li ser jiyana Şîlan Kobanê hate axaftin û bersiva pirsên beşdaran hate dayîn. Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

Rêxistina Yekîtiya Star a Til Temir li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşgera bajêr semîner li ser jiyana Şîlan Kobanê lidar xist. Semîner bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama PYD'ê Gulîstan Xelef li ser jiyana Şîlana û hevalên wê axivî.

DÊRIK

Rêxistina PYD'ê a  herêma Koçerat a Dêrikê li gundê Gir Zîro civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Hesen Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana Şîlan û 5 hevalên wê. Koçer destnîşan kir ku Şîlan ji bo azadiya gelê kurd bi qehremanî li berxwedaye û li dijî îxanetê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan parastiye. Koçer da zanîn ku berxwedana îro li Rojava berdewamiya berxwedana Şîlan û hevalên wê ne.

Di civînê de Endama Yekîtiya Star Newroz Hisên kurte jiyana Şîlan Kobanê xwend. Civîn bi diruşmeyan bi dawî bû.

KOBANÊ

Li Kobanê jî merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi tevlîbûna sedan kesî li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê PYD, Saziya Malbatên Şahîdan, Yekîtiya Star û Meclîsa Gel a Kobanê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de berxwedana Şîlan Kobanê û hevalên wê hatin bibîra anîn û hate gotin ku şoreşa Rojava bingeha xwe ji berxwedana Şîlan, hevalên wê û hemû şehîdên azadiyê girtiye.

Di merasîmê de xuşka Şîlan Kobanê Qudret Baqî axivî û got ku xuşka wê û hevalên xwe li ser xeta şoreşa Rojava jiyana xwe jidest dane. Qudret Baqî, da zanîn ku xuşka wê li dijî destên îxanetê bê deng nema û planên wan vala derxistin.

Welatiyan merasîma xwe bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.