Şewitandina daristanên Merîwanê didome
Şewitandina daristanên Merîwanê didome
Şewitandina daristanên Merîwanê didome
Di nava 2 rojan de 6 caran agir bi daristanên Rojhilatê Kurdistanê Merîwanê xistin. Niha jî agir bi daristanên gundê Lencawe û Tazawa, her wiha gundên derdor ên wekî; Musk, Deretfê, Cucesazî û Beyele jî xistine.
Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji herêmê girtine, heya niha 49 caran daristan û çêrgehên bajarê Merîwanê ê Rojhilatê Kurdistanê hatine şewitandin.
Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtin, ev şewatên daristanan ên li Rojhilatê Kurdistanê rû didin, ji aliyê hêzên pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ve têne kirin. Hewil didin xwezaya Kurdistanê xirab bikin û jîngehên navçeyê tune bikin. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku, dema ku agir bi daristanan dikeve jî rejima Îranê çi hewildanekî ya vemirandinê nake. Her wiha destûr nadin ku, saziyên daristana diparêzin jî agir vemirînin. Ev jî di nava xelkê herêmê de gûman û fikran çêdike.