Şervanê YPG᾿ê Zîwere Îsmaîl hate oxirkirin

Şervanê YPG᾿ê Zîwere Îsmaîl hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zîwer Mihemed Silêman ku di êrîşa komên çekdar li banda kontrolê ya gundê Biêrîr de jiyan xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.

Li Amûdê bi hezaran kes li ber navenda tendurdistiyê ya bajêr ku cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Silman ji duh ve tê de hatibû bi cih kirin hatin cem hev. Saet di 15᾿an de girseyê cenazeyê şervanê YPG᾿ê Zîwer Miheme ji navenda tenduristiyê li ser Milan derxistin û ber bi meydana Şehîd Xebat d Dêrik ve bi rê ketin. Girseya qelebalix ku di nava kolanên Amûdê ve meşiyan wêneyên şervanê YPG᾿ê Zîwer Silêman û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilgirtibûn, bê navber silogan berz dikirin.

Dema ku girse gihişte Meydana Şehîd Cîhad Dêrik cenaze, ji vir bi kerwanekî wesayitan ber bi Dirbêsiyê ve hate oxirkirin. Li Meydana Şehîdan a Dirêbêsiyê dê merasîm were lidar xistin û piştre ber bi goristanê Şehîd Rustem Cudî ya gundê Berkevirê bê rêkirin û li vir bispêrin axê.

Şervanê YPG᾿ê Zîwer Mihemed Silêman di sala 1988᾿an li Gundê Ebduselamê ya girêdayî Abû Rasên jidayik bûye. Navê dayika wî Bedriya Dirbas. Di encama êrîşa komên çekdar ên nêzî Cebhet El-Nesra de ya li gundê Biêrîr a Til Temirê jiyan xwe ji dest da.