Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman hate definkirin

Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman hate definkirin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Hogir Qehreman ji aliyê hezaran şêniyên Dêrikê û gundên derdorê hate pêşwazîkirin û bi merasimeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat hate definkirin.

Piştî ku cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ji bajarê Amûdê ber bi Qamişlo ve hate birêkirin, li Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê ji aliyê hezaran kes ve hate pêşwazîkirin û li vir ber bi Dêrikê ve hate birêkirin.

Li Dêrikê jî bi hezaran kes pêşwaziya cenazeya Şervanê YPG’ê Hogir Qehreman kirin û cenaze ji aliyê welatiyan ve li ser milan hate kirin û ji aliyê girseya qelebalix ve di nava kolanên bajêr de hate gerandin.

Welatiyan bi slaganên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’ Bijî berxwedana YPG’’ heta Meydana Azadî meşiyan û piştre merasim hate lidarxistin. Merasim bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdilezîz axivî û bal kişand ser berxwedan û rola ‘’Şehîdan’’ di parastina herêmê de. Di merasimê de Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî axivî.

‘ÎRO BI SAYA BERXWEDANA ŞEHÎD Û ŞERVANÊN YPG’Ê EM JI TIŞTEKÎ NATIRSIN’

Xelîl bal kişand ser rola ‘’Şehîdan’’ di yekîtiya gelê Kurd de û got: ‘’ Şehîd Hogir îro hemû partî û rêxistin anîn cem hev, bi saya berxwedana  şehîdan û şervanên YPG’ê em îro ji tiştekî natirsin.’’

Xelîl di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku, Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ew vexwendine Hewlêrê û wiha dom kir:’’Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê em vexwendin Hewlêrê û hurmeta me ji Başûrê Kurdistanê re heye, lê ji ber ku hemû aliyên hevdîtinê li Rojavayê Kurdistanê ne em neçûn û ya rast ewe ku hevdîtin li Qamişlo pêk bên.’’

Di merasimê de Fermandara YPG’ê Çekjîn Efrînî jî axivî û diyar kir ku, Hogir Qehreman ne ‘’Şehîdê’’ YPG’ê yê yekeme û wê ne yê dawî be jî. Efrîn da zanîn ku, YPG’ê rêya parastina gelê herêmê hilbijartiye û wê tola Hogir û hevalên wî li erdê nehêlin. Di merasimê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd jî axaftin hatin kirin.

Piştî ku merasim bi dawî bû, cenazeyê şervanê YPG’ê Hogir Qehreman ber bi Goristana Şehîd Xebat ve hate oxirkirin û li vir hate definkirin.