Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê jî tevlî skandala pedofîlî bûye!
Di lêpirsînên li ser skandala pedofîlî ya bi dehan salan li Brîtanyayê dewam kir de, tê gotin ku navê Edwar Heath ê di navbera salên 1970-74'an de serokwezaretî kir, derbas dibe.
Di lêpirsînên li ser skandala pedofîlî ya bi dehan salan li Brîtanyayê dewam kir de, tê gotin ku navê Edwar Heath ê di navbera salên 1970-74'an de serokwezaretî kir, derbas dibe.
Di lêpirsînên li ser skandala pedofîlî ya bi dehan salan li Brîtanyayê dewam kir de, tê gotin ku navê Edwar Heath ê di navbera salên 1970-74'an de serokwezaretî kir, derbas dibe. Tê texmînkirin ku agahiyên li ser hebûna Heath a di nava vê skandalê de di destê polîsan de ne. Tê lêkolînkirin ku ev agahî çima heta niha hatiye veşartin.
Li gorî agahiyên ji aliyê komîsyona serbixwe ya lêpirsîna skandala pedofîlî dimeşîne ve hat dayîn, Serokwezîrê demê Edward Heart ê di sala 2005'an de mir, navê wî jî derbas dibe. Li gorî komîsyonê, dawî li lêkolîneke li ser gumanbarekî di lêpirsîna polîsan a beriya niha de navê xwe derbas dibû, hatiye anîn. Tê gotin ku komîsyonê, ji ber têkiliya vî kesî bi Serokwezîrê berê Edward Heath re, lêpirsîn daye sekinandin.
Li Brîtanya Mezin ji salên 1960'î û pê ve, tê zanîn ku 'toreke pedofîlî' ya berfireh a di nav de şexsiyetên navdar jî hebûn, hatiye avakirin. Ji van kesan 76 jê siyasetmedar, bi qasî 200 ji wan jî mirovên di nava raya giştî de tên naskirin e.
Raporeke di meha bihurî de hat weşandin destnîşan kiribû ku yek ji her 20 zarokên li Brîtanyayê rastî îstîsmara zayendî hatine.
Di nava vê skandala profîlî de siyasetmedar, oldar, kesên cîhana sînema û dikê û li nava raya giştî tên naskirin, cih girtin.