Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di nava 4 salên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de herî kêm 240 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vî şerî de ti hêzî nekarî li ser hêzeke din serdest be. Di encamê de erdnîgariyek di navbera rejîmê, Kurdan, mûxalîfan û DAIŞ'ê de hatiye parçekirin derket holê.
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê SOHR ve hat weşandin ku tê gotin di nava du mehên dawî de 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, ji mirovên di şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest dane 71 hezar 781 kes sivîl in. 11 hezar 964 zarokên Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên SOHR, rejîma Beşar Esad bû hêza di şer de windahiyên herî mezin daye. Di şer de ji artêşa Sûriyeyê 50 hezar 570 leşker, ji milîsên Hêza Parastina Neteweyî 33 hezar 839 kes û 4 hezar 207 milîsên Şîa hatin kuştin. Ji van 903 endamên Hîzbûllahê ne.
DI NAVA MÛXALIFAN DE RÊJEYA BIYANIYAN JI SEDÎ 45 E
Di 4 salên dawî de ji Kurdan, mûxalîfên Sûriyeyî û welatiyên Sûriyeyê yên di nava çeteyên DAIŞ'ê de 42 hezar 384 windahî hatin dayîn. Her wiha piraniya wan di nava rêxistinên tund ên weke DAIŞ û El Nûsra de 34 hezar 375 endamên biyanî yên 'komên Îslamî' hatin kuştin. Ev yek jî nîşan dide ku hejmara biyaniyên di nava mûxalîfan de hatine kuştin ji sedî 45 e.
SOHR di bîlançoya şer de ragihand ku 3 hezar 225 kesen nasnameya wan nehatiye diyarkirin jiyana xwe ji dest dane û dibe ku hejmara giştî ya mirovên di şerê navxweyî de heta niha jiyana xwe ji dest dane zêdeyî 240 hezarî be.
Li gorî heman çavkaniyê, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de zêdeyî 30 hezar kes winda bûn. SOHR da zanîn ku 20 hezar ji van kesan dibe ku li girtîgehên rejîma Sûriyeyê bin, 9 hezar leşker an jî milîsên rejîmê jî di destê mûxalîfan de bin. Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê jî het roja îro 4 hezar kes revandiye.
Li bîlançoya SOHR'ê, şervanên ji parçeyên din ên Kurdistanê û welatên din hatin tevlî yekîneyên YPG/YPJ'ê bûn û jiyana xwe ji dest dan, nehat bicihkirin.
JI ALIYÊ PRATÎKÎ VE BÛYE 4 PARÇE
Li Sûriyeyê, beşeke mezin a xaka Rojava di bin kontrola YPG'ê de ye. Yekîneyên YPG/YPJ'ê herî dawî Hesekê û Sirînê azad krin û gelê li taxên Kurdan ên li Helebê jî diparêzin.
Di beşeke bi qasî nîvê xaka vî welatî, ku piranî ji çolê pêk tê, serdestiya çeteyên DAIŞ'ê heye. Li bajarên mezin ên weke Şam, Hûms, Hama, Lazkiye, Tartûsê jî hêzên rejîmê serdest in. Di destê çeteyên DAIŞ'ê de hînê bajarên weke Reqa, Palmîra û Manbic hene. Deyr ez Zor jî di navbera rejîmê û çeteyan de hatiye parvekirin.
Di destê mûxalîfên din de jî ji bajarên mezin bi tenê Îdlîb heye. Her wiha hin taxên Şam, Heleb û Daraa jî di bin kontrola mûxalîfan de ne.
Ji ber şerê navxwehî herî kêm 4 mîlyon Sûriyeyiyan xwe li welatên herêmê û Ewropayê girtin. Hejmara mirovên di nava welêt de neçar man malên xwe biterikînin 10 mîlyon e.