Serdanên sersaxiya gerîlayê HPG'ê Yildirim berdewam dike

Serdanên sersaxiya gerîlayê HPG'ê Yildirim berdewam dike

Di sala 2003'an de li çoltera Dihê ya Sêrtê di encama şerde gerîlayê HPG'ê yê bi navê Sînan Yildirim (Bagok Botan) jiyana xwe ji dest da, ji bo Yildirim li bajaroka Girêmîra Nisêbîna Mêrdînê konê sersaxiyê hat vekirin serdanên girseyê tê kirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê yê bi navê Sînan Yildirim (Bagok Botan) yê ku di sala 2003'an de li çoltera Dihê a Sêrtê di encama şerde jiyana xwe ji dest dabû, li bajaroka Girêmîra Nisêbîna Mêrdînê 2 roj berê konê sersaxiyê hat vekirin. Konê sersaxiyê bi girseyê tê serdankirin. Bi sedan welatî, Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, Hevserokên BDP'ê yên Nisêbînê Abdulbarî Eren û Zînnet Algat, Şaredara Nisêbîne Ayşe Gokkan, MEYA-DER, KURDÎ-DER û Aktîvîstên Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê tevlî sersaxiyê bûn. Berê serdanê welati li ber avahiya Rêxistina BDP'ê li hev civiyan bi karwanekî derbasi bajaroka Girêmîra bûn.
Di sersaxiyê de ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêzdarî hat girtin û dua hatin xwendin. Piştî rêzdariyê Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî. Kaymaz diyar kir ku bi saya kesên ku jiyana xwe ji dest daye gelê Kurd nasnameya xwe û hebûna xwe bi cihanê da nasîn û wiha got: "Piştî vê demjimêrî êdî tu kes nikari hebûna gelê Kurd înkar bike lê ev nayê wê wateyê ku be azadiya xwe bi dest xistiye." Piştî wî meta gerîlayê HPG'ê Yildirim Celîla Dogan jî ji bo kesên ku beşdarê sersaxiyê bûn spasiyê xwe anî ziman û wiha got: "Şikûr ji xweda serê me bilinde û eniya me vekiriye. Di serî de serê Rêber Apo û Gelê Kurd saxbe."
Sersaxî bi mewlûda ku sibe bê dayîn bidawî dibe.