Serdana konê sersaxiyê yê endamê tevgera ciwanan didome

Serdana konê sersaxiyê yê endamê tevgera ciwanan didome

Bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Endamê Kordînsyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehereldîn Reşîd (Zahir) ku di êrîşa çekdarên Xalid Heyanî ya li Şêxmeqsûd de jiyana xwe jidest dabû hatiye vekirin.

Bi sedan kesên ku di nava wan de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî hebûn çûn serdana konê sersaxiyê yên li Gundê Xelîl ê girêdayî Navçeya Şiyê ya Efrînê hatiye vekirin. Di serdanê de Endama Kodînsyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Sema Axîn axivî û bal kişand ser xebata Zereldîn Reşîd a ji bo azadiya gelê xwe.

Axîn da zanîn ku, Zehreldîn 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û di pevçûnên Şêxmeqsûd koça dawî kir. Axîn destnîşan kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger wê azadiya gelê Kurd li ser riya Zahir, Serhed û Lewend bimeşe.

Li aliyê din ji Efrîn û navçeyên jî gelek nûnerên rêxistin û saziyên civakî jî çûn serdana konê sersaxiyê.