Şemzînan hate topbaran kirin

Şemzînan hate topbaran kirin

Artêşa Tirk a geliyê geliyê ava Hecibeg a Şemzînanê topbaran kir, hate ragihandin ku li herêmên Qendîl, Heftenîn, Zap û Metînan ji aliyê balefirên bê mirov hatiye keşif kirin

Artêşa Tirk li dijî gêrîlayên HPG’ê ên di pozîsyona agirbestê de, tehrîk û êrîşên xwe didomîne. Li gorî agahiyên ku Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR), artêşa Tirk herêma bejahî a Şemzînana Colemêrgê topbaran kir. Hate ragihandin ku, 1’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 22.00-23.00’an de herêma geliyê ava Hecîbeg ên Şemzînanê dane ber obîs  û hawana.

Her wiha artêşa Tirk bi balefirên bê mirov ên keşfê li Herêmên Parastina Medyayê keşfê dikin. HPG-NÇR ragihand ku, di çar rojên dawî de balefirên bê mirov ên keşfê herêmên Qendîl, Heftenîn, Zap û Metînayê taciz dikin.