Şemrexî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Şemrexî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Şemrexî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê bi silogana "Ji Ocalan re Azadî" û "Metîngeriyê nejî û nede jiyîn" bi tevlêbûna sedan kesan meşek pêk anî.
Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê bi silogana "Ji Ocalan re Azadî" û "Metîngeriyê nejî û nede jiyîn" bi tevlêbûna sedan kesan ji avahiya BDP'ê ya Şemrexê heta Qada Cumhuriyetê meşek pêk anî. Di meşê de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa Şaredariyê Hevserokê BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, Rêveberên BDP'ê yên Mêrdînê endamên Meclisa Giştî ya Bajar, nûnerên KCD'ê, MEYADER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û HDK'ê pankartên "Ji Rêber Apo re azadî", "Ji rêberê azadiyê re hezar silav" û "Metîngeriyê nejî û nede jiyîn" vekirin. Girseyê di meşê de siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan na be" berz kir. Piştî girse heta Qada Cumhuriyetê meşiya Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" de daye destpêkirin gihiştiye asteng girîng û divê gelê kurd li vê pêvajoyê xwedî derkeve.
Kaymaz, da zanîn ku gelêk kurd peywira xwe bi cih aniye, lê hêj mikûmetê gav neavêtiye û xwest hikûmet jî gavên çareseriyê bavêje. Kaymaz avakirina qereqolan, liv û tevgera leşkerî şermezar kir. Kaymaz xwest her kes li dijî polîtîkayên tiryak, bişaftin di nava têkoşînê de be.
Piştî daxuyaniyê girse çû avahiya BPD'ê ya Şemrexê û tevlî bernameya bîranina gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zilan) bû.