Sebrî: Divê Kurd bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenewre-2 bibin

Sebrî: Divê Kurd bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenewre-2 bibin

Dr. Evdilmecîd Sebrî Endamê polîtbûroya Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê (PDK-S) li ser xebatên Meclîsa Zangonsazî ya Rêveberiya Xweser yên dema pêş û guhertinê di civîna wan ya dawî hatine kirin û helwesta partiya wan ya li ser Civîna Cenewre-2 de ji ANF’e re nirxand. Sebrî bang li hemû hêzên Kurdî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekê û bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.

Li ser xebatên Meclîsa Zangonsazî ya Rêveberiya Xweser yên dema pêş û guhertinê di civîna wan ya dawî hatine kirin û helwesta partiya wan ya li ser Civîna Cenevre-2 de Dr. Evdilmecîd Sebrî Endamê polîtbûroya Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê ji ANF axivî û da zanîn ku, gelê Kurd di demek dirokî re derbas dibe û bang li hemû hêzên Kurdî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekê û bi yek şandeyê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin û wiha got;  “Em dibêjin ev dema em têde derbas dibin demek dîrokî û wê neyê jibîrkirin. Çi partî be çi kes be divê wê berpirsiyariya dîrok hilîne. Çiqasa nêrîne me ne wek hevbin, çiqasa nakokiyê me hebin, em mafê hevdû bixin jî di Civîna Cenevre-2 tişta bê rojevê mafê gelekê ku bi sedan salan bindeste. Ger wenda bike êdî veger zihmete. Em bihêvîne ku hemû partiyên me nakokiyên xwe bidin aliyekî û di Civîna Cenevre-2 bibin yek,  da ku mafê gelê me yê rewa di bin lingan de neçe.” 

Endamê Polîtburoya Siyasî ya PDK-S Evdilmecîd Sebrî da diyarkirin ku, partiyên Kurd yê Rojavayê Kurdistanê heta niha jî li ser çawatiya Cenevre li hevnekirine û wiha got: “Di ragihandinê de hemû partiyên Kurd bêjin divê şandeyek Kurd serbixwe hebe beşdarî Civîna Cenevre-2 bibe. Lê ev şande dê çawabe ew nezelale û nêrîn ne wek hevdûne. Diyare, çend partiyên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hene daxwazin Kurd wek şandeyek serbixwe biçin civîna Cenevre-2 bibin. Ev partiyên naxwazin Kurd bi şandeyek serbixwe biçin civîna Cenevre dibin bandora hêzên herêmê yên wek Tirkiye û PDK-I de ne. Hin partî di nav ENKS’ê hene helwestê wan zelale û berjewendiyê gelê Kurd dixwazin, lê negihiştine wê astê hêzêk ava bikin û li beramberî ew partiyên xwazin Kurd yek bibin bisekinin. Heta niha hin partî hene dudilî bi wan re heye û nikarin helwesta xwe zelal bikin.”

DEWLETA TIRK NAXWAZE PIRSGIRÊKA KURD LI CENEWRE BÊ NÎQAŞKIRIN

Sebrî balkişand ser siyaseta dewleta Tirkiye ya li dijîtiya wê ya Kurdan wiha axivî: “Di rewşa niha de dewleta herî dijwar li dijî Rêveberiya Xweser derdikeve Dewleta Tirk e. Dewleta Tirkiyeyê berjewendiyê xwe yên li gel dewletên herêmê û navdewletê bikartîne ku ji bo Kurd negihijin mafê xwe. Li Başûrê Kurdistanê jî partiyek helwestek cûda nîşan dide û ew helwest cihê rexnêyê. Em hêvî dikin ku ew helwesta li dijî mafê Kurd li Sûriyeyê dike bêguhertin. Niha li vir berjewndiyên partiyek yan yek kesî tuneye. Berjewendiyê gel heye û divê hemû hêzên Kurd li gora wê tevbigere. DYA, hinek dewletên Ewropî û dewleta Tirkiye naxwazin şandek Kurd serbixwe biçe civîna Cenewre-2 jî. Ji bilî wê jî naxwazin kêşa Kurd li Cenevê bê guftûgo kirin. Ev nêzîkatiyek nedostaniye û girane.”

PÊWÎSTE HERÎ ZÊDE PDK ALÎKARIYA ROJAVA BIKE

Endamê polîtbûroya PDK-S Dr. Evdilmecîd Sebrî daxwaz ji hêzên Kurdistanî kir ku di vê demên nazik de alîkariya Rojavayê Kurdistan bikin û wiha got  “Ji Kurdan tê xwestin hêza xwe ya Kurdî xurtir bikin û bibin yek. Ev berpirsyariyekî dîrokiye. Û di serî de ji hêzên Kurdistan yên mezin tê xwestin alîkariya Rojavayê Kurdistan bikin. Herî zêde ji PDK-I tê xwestin alîkariya Rojavayê Kurdistan bike.”

Li ser xebatên Rêveberiya Demokratîk ya Xweser Sebrî destnîşankir ku, wan di civîna xwe ya dawî de biryarên nûn girtine û gûmanên pêkhateyên din kêm kirine û got; “Jiber rexne û gûmanên hin aliyan li ser Rêveberiya Demî kêm bibin hinek pêşniyar hebûn. Ew pêşniyara bi armanca rakirina gûmana bû. Yek berî niha Herêmên Rêveberiya Demî wek sê herêm hatibûn destnîşankirin ku, Herêmên Efrîn,Kobanê û Cizîrê bûn û di encam de ev herêm dê dibin banê Meclîsekê de bihatibana temsîl kirin, yek Rêveberî be. Lê niha li ser daxwaza hin pêkhateyên herêmê hate guhertin. Gelek aliyan Rêveberiya Demî wek projeyek avakirina Dewletek Kurdî binav dikirin û wê wek perçekirina Sûriyeyê destnîşan dikirin. Me jî wek nûnerên Kurd ji bo ev gûman li ser Rêveberiya Demî ji holê rabe, pêşniyara hatekirin pejirand. Li gorî vê pêşniyarê dê Herêma Efrînê bibe Xweseriya Demokratîk ya Efrînê, herêma Kobanê bibe Xweseriya Demokratîk ya Kobanê û herêma Cizîrê jî bibe Xweseriya Demokratîk ya Cizîrê û dê her herêm xwe birêvebibe. Yekbûna wan rêveberiyên xweser jî dê demên pêş de li gora mercan be.”

ÊDÎ NE RÊVEBERIYA DEMÎ; XWESERIYE

Endamê polîtburoya PDK-S Evdilmecîd Sebrî da zanîn ku, wan gotina rêveberiya demî rakiriye û gotine rêveberiya xweser û wiha sîstema nû da pênasekirin;“Niha Meclîsa ya nû hatiye avakirin Meclîsa Zagonsazî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Lê dibin banê wê de ji 19 kesan desteyek hatiye avakirin ku projeya Rêveberiya Xweser avabike. Ev deste dê qanûna amade bike û yê bîne Meclîsa Zagonsazî ya Rêveberiya Xweser. Yanî dê xebatê amadekirina qanûnan bike.”

Sebrî destnîşan kir ku, heta niha êrîşên li dijî rêveberiya xweser ya demokratîk didomin û wiha gotinê xwe bidawî kir;  “Xebatên Rêveberiyê gelek baş e. Lê li dijî wê jî di her aliyan de êrîş hene. Heta niha ji hundir li dijî Rêveberiya Demî nerazîbûnek tuneye. Lê hêzên navdewletî û herêmî him di warê siyasî, aborî, dîplomasî û leşkerî jî di nava êrîşan de ne. Ev hêz naxwazin Kurd mezin bibn û bigihije azadiya xwe.”