Saziya Malbatên şehîdên Kobanê nirxê şoreşa Rojava diparêze
Saziya Malbatên şehîdên Kobanê nirxê şoreşa Rojava diparêze
Saziya Malbatên şehîdên Kobanê nirxê şoreşa Rojava diparêze
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ku di sala 2007’an de tevî hemû astengiyên rejîma Baas hate avakirin, heta niha hem di warê rêxistinkirinê de pêngavên girîng avêtine hem jî, ji bo parastina nirxan xebat dane meşandin.
Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê di sala 2007'an de bi konferansekê hate avakirin. Saziyê wê demê tevî hemû astengiyên rejîma Baas jî, xwe birêxistin kir. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re saziyê jî xebatên xwe berfirehtir kirin û rêxistinkirina xwe xurt kir.
Di çarçoveya van xebatan de di 14’ê Tebaxa sala 2011'an de konferansa xwa ya duyemîn pêk anî. Di konferansa ku 50 endamên saziyê pêk hat de, biryar hate girtin ku hemû “malbatên şehîdan” bêne birêxistinkirin, li hemû gund û bajarokan rêxistinkirina saziyê bê çêkirin, arşiva saziyê bê amadekirin, hemû tiştên têkildarî têkoşerên jiyana xwe ji dest dane bêne aşrivkirin, parastina nirxan bêkirin, pirtûkên şehîdan bêne amadekirin û goristanên şehîdan bên çêkirin.
Piştî konferansê saziyê lez da xebatên xwe û li gelek gundan jî têkilî danîn. Her wiha goristana şehîdan hate çêkirin. Saziyê dîsa gelek xebatên wekî rêxistinkirin, çareskirina pirsgirêkên malbatan, lidarxistina çalakiyan, xebatên arşivê dane meşandin.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Mistefa Îto got ku di avakirina saziyê û aktifkirina wê de rola cangoriyên azadiyê gelek e û wiha dom kir: “Rola têkoşer Sadiq Kobanî û Hacer di aktîfkirina saziyê de gelekî mezin bû. Herdu têkoşeran diyar kiribûn ku bi avakirina vê saziyê nirxên gel û şehîdan tên parastin û dikare malbatên şehîdan birêxistin bike. Parastina xeta şehîdan ên ku ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine hişt ku ciwanên herêmê li dijî hemû êrîşan, herêma xwe biparêzin. 62 şervanên herêmê di nava refên YPG/YPJ'ê de li seranserî herêma Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.”
Îto diyar kir ku Saziya Malbatên Şehîdan parastina nirxên şehîdan dike, malbatên şehîdan birêxistin dike û wan beşdarî hemû karen rêxistinî dike.
Îto diyar kir ku wan li gundê Tirmîk ê Kobanê Goristana Şehîdan avakiriye, her wiha bi malbatên şehîdan re projeyeke taybet a aborî amade kiriye.