Şaredariyên Qamişlo binesaziya bajêr ji nû ve çê dikin
Şaredariyên Qamişlo binesaziya bajêr ji nû ve çê dikin
Şaredariyên Qamişlo binesaziya bajêr ji nû ve çê dikin
Ji bo bajar ji lehiyan were parastin û ava baranan li ser kolanan kom nebe, Şaredariya taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo kanalîzasiyona taxê ji axê paqij kir.
Li taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo ji bo bajar ji lehiyan were parastin û ava baranan li ser kolanan kom nebe, karkerên Şaredariya taxê dest bi paqijkirina kanalîzasiyonê kirin. Her wiha axa ku ji demsala havînê ve kom bûbû, hate paqijkirin û cihokên taybet ji bo ava baranê hatin vekirin.
Der barê mijarê de Hevserokê Şaredariya taxa Bişêriyê Kamîran Kenio diyar kir ku karê paqijkirina kanalîzasiyonê dê 3 rojan berdewam bike. Her wiha cihokên taxên El-Aşûriyê û El-Erbawiyê jî dê werin vekirin. Kenio dest nîşan kir ku divê welatî bi wan re alîkar bin û çopê bavêjin cihên ku jêre hatin destnîşankirin û ji bo rê li pêşiya ava baranê neyê girtin.