Şaredariya Sûrê êrîş şermezar kir

Şaredariya Sûrê êrîş şermezar kir

Êrîşa bi keviran a li hemberî Şaredariya Sûrê ya Amedê, ji aliyê rêveberên BDP'yî û karkerên şaredariyê ve hat protestokirin.

Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Emîn Yilmaz, Alîkara Şaredarê Sûrê Azîze Kûtlû, endamên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan û xebatkarên şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Sûrê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Alîkara Şaredar Azîze Kûtlû daxuyanî da  û diyar kir ku, di 4’ê Kanûnê de derdora saet 14.00’yan de kesekî bi kêr û satoreya êrîşî şaredariya wan kiriye û gelek zirar daye amûrên şaredariyê. 

Kûtlû bilêv kir ku xebatkarên wan jî bi mirinê re rû bi rû mane û wiha got: “Sedema bûyerê ji hêla me ve jî tê lêkolîn kirin. Em bi guman in ku sedema vê êrîşê helwesta me ya hember avahiyên kaçax ku zirar didin ekolojî û dîroka Sûrê ye.”

Kûtlû da xuyakirin wan der barê bûyerê de serî li dozgeriyê dane û xwest ku rojek berî rojekê kiryar bên dîtin û darizandin. Kûtlû di dewama daxuyaniya xwe de bilêv kir ku ev êrîşa beriya hilbijartinê wan ji helwesta wan venagerîne û ew ê bi awayekî biryar xebatên xwe bimeşînin. 

Piştî Kûtlû Hevserokê BDP'ê yê Amedê M. Emîn Yilmaz jî axaftinek kurt kir. Yilmaz diyar kir ku ew rê nadin ku hin kesên rantparêz êrîşî nirxên wan bike û wiha got: “Her kes helwesta me ya li hember rantê dizane. Em dixwazin ku herkes eqlê xwe bide serê xwe û bi rêzdarî nêzî destketiyên vî gelî bibe. Em bê hurmetiya li hember saziyên me qebûl nakin. Ji roja şaredarî ketine destê me û heya îro me li gor paradîgmayê xebatên xwe meşandin. Li navçeya me ya Sûrê ku ji me re mîrateya mirovahiyê ye jî di heman çarçoveyê de xebat hatine meşandin û em nahêlin ev navçeya me bê talan kirin.” 

Yilmaz got ku ew wek BDP li cem rêveberiya şaredariyê ne û ti car ji xebatên xwe paş ve gav navêjin.