Şandeya saziyên sivîl çû serdana herêmên rizgarkirî
Şandeya saziyên sivîl çû serdana herêmên rizgarkirî
Şandeya saziyên sivîl çû serdana herêmên rizgarkirî
Şandeya saziyên civaka sivîl ên bajarê Hesekê çûn serdana herêmên li ser rêya Hesekê û Til Temir yên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine rizgarkirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya "operasyona tolhildana şehîdên Ti Temir" de gundên li ser rêya Hesekê û Tiltemirê ji komên çete yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra rizgar kirin. Şandeya Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisên Gel û komek welatiyên bajarê Hesekê çû serdana herêmên li ser rêya Hesekê û Til Temir ên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine rizgar kirin.
Şandeya meclisên sivîl çû serdana bajrokê Tiwênê, gundên Xerîte, Tilriman, rawestgeha Elewzîn yên li ser rêya Hesekê û Til Temirê. Şande her wiha çû serdana bendên kontrolê yên YPG`ê û rizgarkirina herêmê li wan pîroz kirin.
Endamên şandeyê Hesen Sado, Alan Hesen, Ebdilqadir Ezîz û Zibêde Ehmed di dema serlêdanê de axîn û bal kişandin ser bexwedana YPG`ê û YPJ`ê. Di axaftinan de her wiha şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û diyar kirin ku destketiyên şoreşa Roavayê Kurdistanê berhem û encamên fedakariyên şehîdan e.