Şandeya MGRK çû serdana YNK’ê
Şandeya MGRK çû serdana YNK’ê
Şandeya MGRK çû serdana YNK’ê
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji Hevseroka Giştî ya MGRK’ê Sinem Mihemed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Hanan pêk dihat, bi YNK’ê re hevdîtin pêk anî. Şande ji aliyê Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Mehmûd Hecî Salih ve hate pêşwazîkirn.
Şandeya MGRK’ê ku ji Hevseroka Giştî ya MGRK’ê Sinem Mihemed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Hanan pêk dihat, ji aliyê Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Mehmûd Hecî Salih ve hate pêşwazîkirn .Hevdîtin, li avahiya Mekteba Siaysî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê pêk hat. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat bi qasî saetekê berdewam kir. Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê bi giştî hate gotûbêjkirin.
Piştî civînê Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed derbarê hevdîtinê de diyar kir ku wan xwest nêrîn û pêşniyarên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de bigirin. Sînem Muhemed derbarê girtina deriyê sînor de agahî da û destnîşan kir ku ev pirsgirêk di nava PDK’ê de ye û got: “Em hêvîdar in ku di demek kurt de were vekirin.”
Sînem Muhemed bal kişand ser rewşa aborî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku bi taybet di warê aborî de pirsgirêk hene. Sînem Muhemed destnîşan kir ku deriyê sînor ê Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Rojava weke nefesek bû û a got: “Li gel hemû astengiyan gelê me li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bêhempa dimeşîne.”