Salane 2 hezar penaber jiyana xwe ji dest didin, lê xemsarî dewam dike

Bi hezaran mirovên ji be şerên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê, li deryayê yan difetisin yan jî diqerisin. Yên ji deryayê dûr in jî, dema hewl didin têlên li ser sînoran derbas bikin, tên qetilkirin.

Bi hezaran mirovên ji be şerên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê, li deryayê yan difetisin yan jî diqerisin. Yên ji deryayê dûr in jî, dema hewl didin têlên li ser sînoran derbas bikin, tên qetilkirin. Koordînatora Îdarî ya Multecî-Derê Piril Erçoban got: "Tevî ku pirsgirêka penaberiyê ya li cîhanê di asta herî bilind de ye, Yekîtiya Ewropa bi berpirsyariya xwe ranabe."

Di şer û pevçûnan de yên herî zêde mexdûr dibin, sivîl in.  Sivîlên ku hewl didin ji şer birevin dixwazin serlêdana penaberiyê li Ewropa, Amerîka û Kanadayê bikin. Gelek ji wan hînê di rê de jiyana xwe ji dest didin. Di vê rêwîtiya ji neçarî de li deryayan karesatên mezin rû didin. 20’ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Penaberên Cîhanê re, nêz dibe û vê jî drama mirovahiyê careke din anî hişê mirovan. Ji 1988’an heta niha 19 hezar 142 kesên hewl dane bigihêjin peravên Ewropa jiyana xwe ji dest dan. Di 2011’an de 2 hezar û 352 kes mirin. Di 10 salên dawî de 6 hezar û 707 kes li peravê Sîcîlyayê jiyana xwe ji dest dan. Di 2011’an de 571 hezar penaberan koçî Elmanyayê, 210 hezarî koçî Fransayê, 194 hezarî koçî Brîtanyayê, 87 hezarî koçî Swêdê û 75 hezarî jî koçî Hollandayê kirine.

TRAJEDÎ DUBARE BÛN

Di sala 1990’î de 20 penaberên diçûn Yewnanîstanê, salek şûnde 6 penaberên Îranî di encama qulipîna keştiyê de jiyana xwe ji dest dan. Di 14’ê Îlona 1992’an de li Çeşmeya Îzmîrê keştiyek qulipî û  25 kes, di 15’ê Mijdara 1994’an de li perava Bodrûmê 27 kes, di Gulana 1996’an de li perava Gumuldur a Îzmîrê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di Hezîrana 1997’an de li Çeşmeyê keştiyek ku 31 penaber tê de bû qulipî û 16 kes mirin. 5 kes hatin rizgarkirin. Di Tebaxa 2003’an de 19 penaber li Altinolukê xeniqîn. Di Mijdara 2004’an de keştiyek ku 20 kes tê de bûn li Doganbey qulipî û cesedê 5 kesan nehat dîtin. Di Mijdara 2005’an de keştiyek ku penaber dibir li Çeşmeyê qulipî û 10 kes mirin.

MIRIN ZÊDE BÛN

Di Nîsana 2007’an de li bajarokê Guzelcamli yê Kuşadasi keştiyek qulipî û 6 kes mirin.  Di Gulana 2007’an de li bajarokê Guzelcamli 17,  di Tebaxa 2007’an de li bajarokê Zeytînlî ya Ûrlayê 6 penaber, di Mijdara 2007’an de li navçeya Ezîne ya Çanakkaleyê li Bendera Yenîkoy 3 penaber xeniqîn.

ŞERT Û MERCÊN HEWAYÊ JÎ BÛN SEDEMA MIRINAN

Di 8’ê Kanûna 2007’an de li Seferîhîsar a Îzmîrê keştiya ku 85 penaber dibir ji ber şert û mercên hewayî qulipî. Di sibeha 9’ê Kanûnê de cesedan li peravê xist û cesedê 46 kesan hatin dîtin. 6 kes jî bi hewldana xwe xilas bûn. Di 7’ê îlona 2012’an de li bajarokê Ahmetbeylî yê navçeya Menderes a Îzmîrê li nêzî gundê Baradan, keştiyek ku 100 penaber dibir, qulipiye û herî kêm 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.  Di 26’ê Sibata 2013’an de keştiya diçû Girava Sîsam a Yewnanîstanê,  kêm mabû biqulipe lê hat rizgarkirin. Keştiya ji Bodrûmê diçû Yewnanîstanê di 25’ê Tîrmeha 2013’an de li nêzî Girava Kos qulipî. Cesedê 12 kesan hat dîtin. Di 29’ê Mijdara 2013’an de  keştiyeke ku  penaberên Sûriyeyê dibir Girava Mîdîllî li nêzî navçeya Buraniye ya Balikkesîrê qulipî. 4 kes mirin. 

DI 2014’AN DE 3 HEZAR Û 419 KES MIRIN

Di 2014’an de 207 hezar penaberên ji Suriye, Iraq, Fîlîstîn û Bakurê Afrîkayê hewldan bi rêya deryayê bigihêjin Ewropa.  Li gorî Daîreya Sînor a Ewropayê tenê  182.156 penaber gihiştine peravê.  Li gorî daneyên fermî hejmara yên di vê rêwitiyê de mirine 3 hezar û 419 ye. Lê tê texmînkirin ku hejmara rast nêzî 20 hezariye.

Koordînatora Îdarî ya Multecî-Der’ê Piril Erçoban axivî û got cîhan yek ji krîzên herî mezin a penaberan dijîn û got: "Li Sûriye, Afrganîstan û Iraqê hemû berpirsyarî li welatên herêm tê barkirin. Piranî nifûsa Urdun û Lubnanê ji xwe penaberin. Tirkiye û Misir li aliyekî penaberan didin û li aliyê din jî digirin. 

Yekîtiya Ewropayê bi berpirsyariya xwe ranabe. Ne tenê YE, Japonya, DYA, Kanada û Latîn Amerîka divê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Ji Sûriye û welatên din nêzî 3 mîlyon penaber bi rêyên qaçax hatin Tirkiyeyê.  Pirsgirêkên perwerde û destûra xebatê hene. Ji ber nêrîna cîhanê ya li penaberan, hêviya mirovan winda dibe.

...