Sakîne, Leyla û Fîdan bû navê 3 cêwiya
Sakîne, Leyla û Fîdan bû navê 3 cêwiya
Sakîne, Leyla û Fîdan bû navê 3 cêwiya
Li bajarê Amûdê malbata Selman navê sê cêwî xwe kir Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan.
Malbata welatiyê bi navê Alan Selman yê ji bajarê Amûdê 3 zarokên xwe yên cêwî bûn. Malbat navê zarokên xwe kir Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ên 9 Çêle de li Parîsê hatibûn qetilkirin.
Dayîka her sê zarokên cêwî diyar kir ku wê navên hersê têkoşeran pejirandin ji bo ku her sê têkoşerên Kurd jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd fedakirine û giyana wan neyê ji bîr kirin.
Her sê têkoşerên jin Sakîne Cansiz ji damezrênerên yekemîn ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) , Fîdan Dogan nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Parîsê û Leyla Şaylemaz çalakvana Ciwanan di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîs’ê ji aliyên hêzên tarî ve hatin qetilkirin.