Endamên Talîbanê dayika Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Endamûn Talîbanê jina Kurd Çîman Huseynzadeh a ku ji Bukanê û keça wê ya 15 salî Sara Yusifi li parêzgeha Sarê Pol a Efganistanê dijiyan, qetil kir.

Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandin endamên Talîbanê Çîman Huseyînzadeh, jineke Kurd a ji Bukanê, û keça wê, Sara Yousefi (15) kuştine. Li gorî torê, Çîman Huseyînzadeh, ku nêzîkî 20 sal berê ji ber ku bi zilamekî Efganî re zewicîbû, neçar ma ku koçî gundê Xaldûrî yê navçeya Kohistanatê ya parêzgeha Sar-e Pol bike, bi salan li wir wekî pîrik xebitî. 

Li gorî daxuyaniya torê, Serokê Beşa Hec û Weqfan a Talîbanê yê navçeya Kohistanatê Muftî Mihemedullah dixwest bi keça 15 salî ya Çîman Huseyînzadeh, Sara Yusifi re bizewice. Ji ber ku malbatê ev yek qebûl nekir bûyer pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê endamên Talbîbanê di 8’ê Gulanê de bi ser mala malbatê de girtin. Dayikê li hember endamên Talîbanê yên ku dixwestin zarokê birevînin, li ber xwe da. Endamên Talîbanê dayik û keç qetil kir.

Hat zanîn ku endamên Talîbanê yên ku komkujî pêk anîne hatin binçavkirin. 

Hat ragihandin ku malbata Çîman Huseyînzadeh di 31ê Gulanê de ji komkujiyê agahdar bûye û merasîma cenazeyê wê di 2’yê Hezîranê de li gundê Kahriz-e Serdar ê Bukanê hatiye lidarxistin.